Artêşa Tirk bi bombeyên fosforê êrişî gerîla kir

HPG’ê daxuyand ku artêşa Tirk a dagirker 17 caran bi bombeyên fosforê yên qedexekirî êrişî çeperên berxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê kiriye.

Artêşa Tirk bi bombeyên fosforê êrişî gerîla kir
22 sibat, 2023   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Agahiyên berfireh ên li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:

Li herêma Zapê;

21'ê Sibatê saet di 14:00 de li qada Çemço ya ser bi nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, dagirkeran teqemenî li çeperên me yên berxwedanê bi cih kirin. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi sabotajê li dagirkeran xistin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

Li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê 21'ê Sibatê çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê 17 caran bi topên qedexekirî yên ji fosforê ji aliyê tankan ve hatin bombekirin. Her wiha malzemeyên plastîk û lastîkên wesayitan hatin şewitandin û hewl dan dûyê bi jehr bişînin nava çeperên berxwedanê.

21'ê Sibatê derdora gundê Bêpalan ê li Qendîlê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

21'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li nêzî gundê Sîda û Çemço yên li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê 36 caran bi obus, tank û çekên giran çeperên me yên berxwedanê hatin bombekirin."