Yekitiya Jinên Ciwan konferansa xwe bi encamnameyekê bi dawî kir

Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Kes nikare Roja me tarî bike” konferansa xwe ya têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dar xistiye, bi encamnameyekê bi dawî kir.

Yekitiya Jinên Ciwan konferansa xwe bi encamnameyekê bi dawî kir
Yekitiya Jinên Ciwan konferansa xwe bi encamnameyekê bi dawî kir
Yekitiya Jinên Ciwan konferansa xwe bi encamnameyekê bi dawî kir
Yekitiya Jinên Ciwan konferansa xwe bi encamnameyekê bi dawî kir
Yekitiya Jinên Ciwan konferansa xwe bi encamnameyekê bi dawî kir
Yekitiya Jinên Ciwan konferansa xwe bi encamnameyekê bi dawî kir
Yekitiya Jinên Ciwan konferansa xwe bi encamnameyekê bi dawî kir
Yekitiya Jinên Ciwan konferansa xwe bi encamnameyekê bi dawî kir
18 sibat, 2023   14:51
HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Kes nikare Roja me tarî bike” konferansek der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li hola Serdem a taxa Mişêrfe ya Hesekê bi beşdariya nûnerên hemû saziyên sivîl li dar xist.

/ar/uploads/files/2023/02/18/141719_rwkn.webp

Di konferansê de, hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed axivî û got: “Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî bi dehan agir berda bedena xwe.”

Rûken wiha domand: “Em bejna xwe li ber fedakariyên wan şehîdan ditewînin û soz didin wan ku rêya wan bi dirûşma Kes nikare Roja me tarî bike, berdewam bikin.”

Rûken destnîşan kir ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan belav bûn û êdî kes nikare wan tune bike û heke Rêber Abdullah Ocalan azad nebe, berxwedana wan ranaweste.

Rûken diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîda li ser hemî gelên herêmê ye û divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

/ar/uploads/files/2023/02/18/141746_rym-aly.webp

Piştre, endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîm Elî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan xwendin.

Dûre sînevizyonek têkildarî jiyana Rêber Abdullah Ocalan hate pêşandan.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû. Ji bendên wê yên herî girîng ; lidarxistina konferansan der barê Komploya Navneteweyî de li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xurtkirina dewreyên fikrî, tenduristî û yên têkildarî Komploya Navneteweyî. Vekirina dewreyên fikrî ji bo şîrovekirina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan. Birêxistinkirina kar û xebatên yekitiyê li se rasta komîn, dibistan û zanîngehan. Jinên ciwan ji hemû herêman nameyan ji Rêber Abdullah Ocalan re rêkin.

(şx)

ANHA