TEV-DEMʹê ji ber wefata Hecî Şiblî peyama sersaxiyê da

TEV-DEMʹê ji malbata welatparêz Hecî Şiblî re sersaxî xwest û bal kişand ser rola Hecî Şiblî di xurtkirina têkiliyên di navbera pêkhateyên Dêrikê de.

TEV-DEMʹê ji ber wefata Hecî Şiblî peyama sersaxiyê da
16 sibat, 2023   06:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji ber wefata bavê şehîd Îsam û Ferhad Şiblî, Hecî Şiblî peyama sersaxiyê weşand.

Di peyamê de hate gotin: "Bi êş û xemgînî me agahiya wefata kesayetê welatparêz Hecî Şiblî bihîst. Hecî Şiblî xwedî dîrokeke dirêj di nava têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê de bû û ji kesayetên civakî yên nîştimanî ye, ji ber rola wî di xurtkirina têkiliyên di navbera pêkhateyên herêma Dêrikê de xurt bû. Hecî Şiblî bavê şehîd Îsam û şehîd Ferhad e.

Ji ber vê windahiya mezin, em sersaxiyê ji malbata welatparêz û tevahî pêkhateyan re dixwazin."

(bb)