ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-02-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-02-2023
15 sibat, 2023   23:00

-Kampanyaya alîkariyan a ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mexdûrên erdhejê  ragihandiye, dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê welatiyekî astengdar pereyên di bêrîka xwe de xist sendoqa alîkariyan a ji bo mexdûrên erdhejê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di salvegera 24'an a Komploya Navneteweyî de bangên ji Afrîkayê heta Fîlîpînan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêde dibin. Coni Ledesma diyar kir ku divê kampanyayên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan berbelav bibin. Gacheke Gachihi jî got tecrîd encama tirsa emperyalîstan e. (BI WÊNE).

- Endama Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesaf anî ziman ku girtina deriyê Til Koçerê li pêşiya alîkariyên mirovî beşek ji planên qirkirinê yên li dijî gelên herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pispor û çavdêrên Ereb piştgirî da banga KCKʹê ya rawestandina çalakiyên leşkerî û got: "Ev gav helwesta mirovahî îfade dike." (BI WÊNE).

- Şêniyên Kobanê êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî welatiyan şermezar kir û got: "Di demekê de ku Sûriye û cîhan bi çareserkirina bandorên erdjehê ve mijul in, dewleta Tirk ji bejehî û hewayî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker nahêle alîkariyên mirovî yên ku Rêveberiya Xweser amade kirine derbasî herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê yên wêrankirî bibin. Hikumeta Şamê jî bi rojan derbaskirina alîkariyan asteng kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku derbasî 25 saliya xwe bû, bi rê û rêbazên cûdan li dijî gelê Kurd berdewam dike. (BI WÊNE).

RAPOR

-Di ser erdhejê re zêdetirkî hefteykê derbas bû, hejmara qurbanî û birîndaran her ku diçe zêdetir dibe. Hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî alîkariyên erdhejê polîtîze dikin û alîkariyên ji bo mexdûran tên şandin didizin. Gelo di vê rewşa gendelî û bêberpirsiyariyê de, çarenûsa Sûriyeyê çi ye? Gelo dê erdhej bibe derfetek ji bo vegerandina têkiliyên bi Esed re? (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Barana dawî metirsiyên cotktaran ên der barê binkeftina mewsimê bejî kêm kir. Endazyarekî çandiniyê hişyarî da cotkaran ku niha semad nereşînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA