Komploya Navneteweyî li Şamê hat şermezarkirin

Li taxa Zorava ya Şamê bi sedan kesî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Komploya Navneteweyî li Şamê hat şermezarkirin
15 sibat, 2023   19:31
ŞAM

Di salvegera 24ʹemîn a Komploya Navneteweyî ya 15ʹê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, bi sedan şêniyên taxa Zorava ya Şamê meşek li dar xist.

Meş ji Qada Zorava ber bi Qada Şehîdan ve dest pê kir. Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan û al û sembolên kurdî hatin hildan û dirûşmên bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatin berzkirin.

Meş li Qada Şehîdan sekinî. Endama Koordînasyona Kongra Star a Şamê Newroz Xelê komplo şermezar kir û diyar kir ku hêzên komploger xwestin bi vê komployê doza kurdî ji holê rakin, lê têkoşîna Rêber Ocalan û ya gelê Kurd komplo vala derxist.

Hevserokê Meclisa PYDʹê  ya Şamê Fadil Bozan got, tevî komplo û tecrîdê ramanê Rêbertî li her cihî belav bûne û dilê bi mîlyonan Kurd ji bo Ocalan lê dide. Bozan her wiha got: "Bi milyonan kes banga azadiya fîzîkî ya Rêbertî dikin. Azadiya wî azadiya me ye."

Çalakî bi dirûşma silavkirina berxwedana Rêber Ocalan û banga azadiya wî ya fîzîkî bi dawî bû.

(bb)

ANHA