Li Suriyeyê zêdetirî 7 hezar qurbanî û birîndarên erdhejê hene-HATE NÛKIRIN

Li herêmên Suriyeyê (deverên di kontrola Şamê, yên di kontrola çeteyan de û herêmên Rêveberiya Xweser) hejmara qurbaniyên erdhejan bû 2 hezar û 288, hejmara birîndaran jî bû 4 hezar û 742.

Li Suriyeyê zêdetirî 7 hezar qurbanî û birîndarên erdhejê hene-HATE NÛKIRIN
8 sibat, 2023   10:54
KOBANÊ

Li Suriyeyê hejmara qurbaniyên erdhejên ku 6’ê Sibatê Li bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê bi pileyên 7.7 û 7.6 pêk hatin, zêde dibe.

DEVERÊN DI KONTROLA HIKÛMETA ŞAMÊ DE

Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Şamê Hesen Mihemed El Xebaş ragihand ku ji ber erdhejê hezar û 262 jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 285 kes birîndar bûne.

Feyde heye ku bê gotin reqemên Wezareta Tenduristiyê tenê yên derbarê herêmên dibin kontrola hikûmeta Şamê de ne.

HERÊMÊN RÊVEBERAYA XWESER

Li herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê (Rêveberiya Xweser) hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane neguheriye. Heta niha 6 kesan jiyana xwe ji dest daye, 57 kes jî birîndar bûne. Ekîbên tenduristiyê yên Rêveberiya Xweser tedbîrên pêwîst digirin û heta niha agahiyên cudatir nehatine dayîn.

HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, hejmara qurbanî û birîndaran zêde bû. Li gorî agahiyan li van herêman heta niha hezar û 20 kesan jiyana xwe ji dest daye, 2 hezar û 400 kes jî birîndar bûne.