Di erdhejên Bakûr de 27 welatiyên Bakûr Rojhilatê Suriyeyê jiyana xwe ji dest dan

Hat fêrbûn ku di erdhejên li Bakûrê Kurdistanê çêbûn de, 27 welatiyên ji Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî jiyana xwe ji dest dane. Rêveberiya Xweser ku cenazeyên welatiyan teslîm wergirtin, diyar kir ku dibe qurbanî zêdetir bin.

Di erdhejên Bakûr de 27 welatiyên Bakûr Rojhilatê Suriyeyê jiyana xwe ji dest dan
8 sibat, 2023   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Di erdhejên ku li bajarên Mereş û Dîlokê yên Bakûrê Kurdistanê bi pîleyên 7.7, 7.6 û 6.5 pêk hatin de, welatiyên ji Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî, jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên rayedarên Rêveberiya Xweser 27 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên wan derbasî Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê hatine kirin.

Hat diyarkirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane li bajarê Dîlokê diman. 

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa diyar kir ku wan cenaze ji deriyê Ewn Dadat ê di navbera Cerablus û Minbicê de teslîm wergirtine.

Li gorî agahiyên Ciwan Mistefa, ji kesên jiyana xwe ji dest dane 18 ji herêma Firatê, 7 ji Reqayê û 2 ji Sirînê ne. Ciwan Mistefa destnîşan kir ku wan cenazeyên qurbaniyan yekser radestî xizmên wan kirine.

Ciwan Mistefa anî ziman ku hin cenazeyên din jî, di deriyê Ewn Dadat re derbasî herêmê tên kirin, lewma dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.