Di erdheja li Bakur û Tirkiyeyê de hejmara miriyan bû 8 hezar û 574

Li gorî daneyên dawîn di erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de hejmara miriyan derket 8 hezar û 574’an, her wiha 49 hezar 133 kes jî birîndar in.

Di erdheja li Bakur û Tirkiyeyê de hejmara miriyan bû 8 hezar û 574
8 sibat, 2023   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Bîlançoya erdheja ku navenda wê bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê ye, her ku diçe girantir dibe.

Li gorî agahiyên dawîn ên rayedarên dewleta Tirk herî kêm 8 hezar û 574 kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest daye. Her wiha 49 hezar û 133 kes jî birîndar in.

Her wiha li bajarên li herêma erdhejê herî kêm 6 hezar û 744 avahî hilweşiyane.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) piştî erdhejê rewşa lezgîn a di asta herî bilind de ragihand.