HDP’ê alîkarî û ekîbên tenduristiyê şandin deverên erdhejê, lê dewlet asteng dike

Navenda Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê, bi 30 kamyonên mezin alîkarî ji bo ji bo mexdûrên erdhejê şandin. Lê polîsên dewletê hinek ji wan desteser kirin. HDP’ê her wiha ekîbên tenduristiyê yên ji 10 kesan pêk tên şandin deverên erdhejê yên ku dewletê tiştek nekiriye.

HDP’ê alîkarî û ekîbên tenduristiyê şandin deverên erdhejê, lê dewlet asteng dike
8 sibat, 2023   08:49
 ​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber erdhejên ku 6’ê Sibatê bi pileyên 7,7 û 7,6 ên li Mereşê çêbûn, li bajarên Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kîlîs ên Bakûrê Kurdistanê, bajarên Osmaniye, Edene û Hatayê yên Tirkiyeyê û li Suriyeyê texrîbateke mezin çêkir. Piştî erdhejan gelek rêxistin, partî û saziyan pêngavên alîkariyê dan destpêkirin.

BI 30 KAMYONÊN MEZIN ŞANDIN, LÊ POLÎSAN DESTESER KIRIN

Li gorî nûçeya MA’yê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî, ji bo mexdûrên erdhejê pêwîstiyên bingehîn berhev kirin.  Alîkariyên hatine komkirin, bi 30 kamyonên mezin ji bo herêmên erdhejê hatin şandin. Lê hinek  ku kamyon di rê de ji hêla polîsên dewletê ve hatin desteserkirin. Rayedarên HDP’ê gotin tevî ku wan qebûl kir alîkariyan bi AFAD’ê re belav bikin jî, astengkirin berdewam in. Rayedarên HDP’ê di serî de ciwan, bang li her kesî kirin ku ji bo belavkirina alîkariyan û piştevaniyê tev li xebatan bibin. 

Rayedaran herêmên ku alîkariyê lê belav dikin jî wiha rêz kirin:

“Ji Wêranşarê bo Semsûrê 5 hezar nan, ji bo Bazarcixê 5 hezar nan; ji Amedê bo Bazarcixê 2 hezar nan, 5 hezar av, 220 betaniye; ji Wanê bo semsûrê TIR’eke ji alavên bingehîn pêk tê; ji Erdîşê bo Semsûrê TIR’eke alavên bingehîn hate şandin; ji Mêrdînê bi Semsûrê TIR’eke alavên bingehîn; ji Stenbolê bo Mereşê 2 TIR’ên alavên bingehîn; ji navçeya Kulu ya Konyayê TIR’eke alavên bingehîn; ji Edîrneyê bo Meletî û Mereşê 4 TIR’ên ji alavên bingehîn pêk tên; ji Êlihê bo Semsûrê 71 kamyonên alavên bingehîn; ji Wanê bo Meletiyê kamyoneke ji alavên bingehîn pêk tê; ji Şirnexê bo Dîlokê kamyoneke (30 ton) komirê; ji Bazîdê bo Semsûrê TIR’eke alavên bingehîn; ji Agiriyê jî 2 kamyonên alavên bingehîn hatin şandin.” 

EKÎBÊN TENDURISTIYÊ

HDP’ê her wiha ji bo herêmên ku hejmara tîmên AFAD’ê yên dewleta Tirk lê nîn in an jî kemin, tîmên tenduristiyê yên ji 10 kesan pêk tên şandin. Tîmên tenduristiyê ku ji bo herêmên Mereş, Dîlok, Semsûr û Rihayê hatin şandin, dest bi xebatên lêgerîn-rizgarkirinê kirin. Rayedarên Koordînasyona HDP’ê ku li hemû bajaran kampanyaya alîkariyê dimeşînin, dibêjin ku bi taybet jî pêdivî bi av, nan û pêdiviyên bingehîn hene.