Rojnameyên erebî: Rûsya hewl dide xwe li Afrîkayê bi cih bike

Rojnameyên erebî vê sibehê têkildarî hewldanên Rûsyayê yên ferzkirina serweriya xwe li Afrîkayê, redkirina Washingtonê ya dan û standina bi hikumeta Şamê re û aloziya Lubnanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Rûsya hewl dide xwe li Afrîkayê bi cih bike
8 sibat, 2023   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

‘RÛSYA BI ŞERÊ LI HEMBER CÎHADÎSTAN HEWL DIDE SERWERIYA XWE MAYÎNDE BIKE’

Rojnameya El Ereb têkildarî hewldanên Rûsyayê yên ferzkirina hegemonyaya xwe li Afrîkayê, wiha nivîsî: “Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov roja sêşemê pêşniyar kir ku Moskov di têkoşîna li dijî tundiya cîhadîst de alîkariyê bide welatên herêma beravê û kendava Gîneyê.”

Rûsya dixwaze hêza xwe ya alîkariya hevalbendên xwe yên nû li herêma beravê, nîşan bide. Ji bo wê jî, sûdê ji vekişîna Fransayê ji şerê li dijî komên tundraw werdigire.

Lavrov di serdana li Maliyê de got: “Têkoşîna li dijî terorê ji bo hin dewletên din li herêmê rojev e. Ji bo derbaskirina van astengiyan em ê alîkariyê bidinê. Ev yek bi taybet ji bo Gîne, Borkîna Faso, Çad û herêma beravê bi giştî û heta dewletên li ser kendava Gîneyê.”

‘WASHINGTON HEVKARIYA BI REJÎMA SÛRIYEYÊ RE JI BO ALÎKARIYA MEXDÛRÊN ERDHEJÊ RED DIKE’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî têkildarî encamên erdhejê wiha nivîsî: “DYA`yê piştrast kir ku ew bi rêxistinên sivîl ên xwecih ên li Sûriyeyê re ji bo alîkariyaa mexdûrên erdhejê kar dike û diyar kir ku ew ê bi hikumeta Şamê re kar neke.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji rojnamevanan re got: “Li Sûriyeyê hevkarên me hene. DYA wan fînanse dike û ji bo rizgarkirina mexdûrên erdhejê alîkariyê didin. Em bi israr in alîkariyê bidin gelê Sûriyeyê da ku ji vê rewşê xilas bibe. Bê guman ev pere dê biçin ji gelê Sûriyeyê re, ne ji rejîma Şamê re.

DYA, hikumeta Şamê nas nake û normalîzekirina têkiliyan pê re yan alîkariyeke yekser ji bo jinûve avakirinê red dike.

Vê sibehê me 2 tîmên rizgariyê şandin Tirkiyeyê, dê berê xwe bidin bajarê Semsûrê û beşdarî xebatên rizgarkirinê bibin.”

‘CIVÎNA PARÎSÊ: BÊ BIRYAR Û BÊ ENCAMNAME!’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê jî li ser rewşa Lubnanê nivîsî: “Hevdîtina pêncalî ya li Parîsê ya beriya 2 rojan, piştî 4 saetan ji nîqaşan nikarîbû nexşerêyeke çareseriyê ji bo aloziya Lubnanê peyda bike. Her wiha îsbat kir ku tiştên ku welatên beşdar (DYA, Fransa, Misir, Siûdî û Qeter) li serê bi nakok in, ji tiştên li serê li hev dikin, zêdetir in. Ji lew re, civîn bê encamname bi dawî bû. Li gorî çavkaniyên dîplomatîk ên Fransayê, dibe ku Wezareta Karên Derve ya Fransayê daxuyaniyekê bide. Çavkaniyên dîplomatîk ên erebî jî destnîşan kir ku dernexistina encamnameyê asta nakokiyan nîşan dide.”

(cx)