​​​​​​​Hejmara qurbaniyên erdhejê zêde dibe, gel bi hêrs e-HATE NÛKIRIN

Li gorî bîlançoya nû ya AFAD`ê, li Bakurê Kurdistanê di erdhejan de 6 hezar û 234 kesî jiyana xwe ji dest dane, 37 hezar û 11 kes jî birîndar bûne. Lê çavkaniyên herêmê dibêjin ku hejmar zêdetir e. Gel jî ji dewleta ku rastiyan vedişêre û erka xwe pêk nayîne, aciz e.

​​​​​​​Hejmara qurbaniyên erdhejê zêde dibe, gel bi hêrs e-HATE NÛKIRIN
8 sibat, 2023   06:46
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Hejmara qurbaniyên erdhejên ku 6’ê Sibatê bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê bi pileyên 7.7 û 7.6 pêk hatin, giran dibe. Piştî erdhejên ku li bajarên derdorê, bajarên Suriyeyê, herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî bû sedema hilweşîn û windahiyên canî, dîmenên gelekî bi êş derketin holê.

Desthilatdariya dewleta Tirk wekî her carê xemsar tevdigere, lewma hîn bi hezaran kes di bin xirbeyên avahiyan de ne. Saziyên sivîl û welatî bi derfetên xwe xebatên lêgerînê didomînin.

Li gorî agahiyan hîn li gelek deveran xebat nehatine meşandin. Lewma hemjara kesên jiyana xwe ji dest dane her zêde dibe.

AFAD'ê ragihand ku di erdhejan de 6 hezar û 234 kesî jiyana xwe ji dest dane, 37 hezar û 11 kes jî birîndar bûne.

Lê çavkaniyên herêmê dibêjin ku hejmara qurbaniyan gelekî zêdetir e, ziyan girantir e. Hîn jî gelek dever li benda alîkariyê ne.