Xanî şewitî komîn xwedî lê derket

Malbata ku xaniyê wan ê bi kirê, ji ber sobeyê agir pê ket û li derve ma, komîn xwedî lê derket û alîkarî dayê.

Xanî şewitî komîn xwedî lê derket
8 sibat, 2023   05:41
QAMIŞLO

6`ê Sibatê (2023), di saetên piştî nîvro de li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ji ber sobeyê agir bi xaniyekî ji 2 odeyan ket. Xelîl Qirtimênî, Semîra Xelîl tevî 4 zarokên xwe (2 keç û 2 kuran) di xanî de bi kirê bi cih dibûn. Xelîl û Semîra ji ber şewatê birîndar bûn, lê niha rewşa wan baş e.

Dema ku agir bi xanî ket, xelkê taxê pê hesiyan û bi alîkariya tîmên agirkujiyê agir vemirandin. Her du hevjînên birîndar jî rakirin nexweşxaneyeke bajêr.

Wekî ku di dîmen de jî tê dîtin ji ber şewatê zirarên madî çêbûne, tiştên di xanî de şewitîne û bi temamî xanî bê ban maye.

Mal li Komîngeha Şehîd Orhan li erdenîgariya Komîna Şehîd Xorşîd dikeve. Endamên komînê ji bo alîkarîdayîna welatiyê ku mala wî şewitiye, komîteyek ava kirine û alîkariyan kom dikin.

(sb)

ANHA