​​​​​​​Şehîd Viyan Soran li 3 bajaran hat bibîranîn

Li Hesekê, Dêrazor û Qamişloyê Viyan Soran di salvegera 17ʹemîn a şehadeta wê de hat bibîranîn.

2 sibat, 2023   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

2ʹyê Sibatê salvegera 17ʹemîn a şehadeta fermandara YJA-Star Viyan Soran e ya ku li dijî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan agir berda bedena xwe.

Ji bo bîraanîna şehîd Viyan Soran, Kongra Star merasîmên bîranînê li Hesekê û Til Birak li dar xist.

Merasîm li Akademiya Kongra Star a li taxa Merşo ya bajarê Hesekê bi beşdarbûna bi dehan jinan hat li darxistin.

Destpêkê sinevîzyoneke li ser jiyana şehîd Viyan Soran hat pêşandan. Piştre endama Rêveberiya Kongra Star a Kantona Hesekê Gulîşan Hesekê qala jiyana têkoşer Viyan Soran kir û got: "Şehîd Viyan xwedî rihekî fedaî û şoreşgerî bû û nûnertiya dengê jina azad a Kurdistanê dikir. Şehîd Viyan Soran di dîroka Tevgera Rizgariya Kurdistanê de bû meşaleya azadiyê."

Gulîşan Hesekê anî ziman ku têkoşer Viyan Soran li hemberî zihniyeta baviksalarî sekinî û di sala 1997ʹan tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû. Her wiha destnîşan kir ku ew ê xeta şehîdan bişopînin heta ku azadiya tevahî jinan mîsoger bikin.

TIL BIRAK

Kongra Star a navçeya Til Birak a kantona Qamişlo bi beşdarbûna bi dehan jinan merasîmeke li navenda çandê li dar xist.

Destpêkê mûm hatin pêxistin. Piştre endama Kongra Star a Til Birakê Hîba El Berko behsa jiyana têkoşer Viyan Soran kir  û got: " Viyan Soran girîngiyeke mezin da rola jinan a di hemû qadan, leşkerî, siyasî û civakî de. Viyan Soran bi helwesta xwe ya wêrek a azad cûda bû û ji derdorê re bibû çavkaniya hêvî û baweriyê.ʹʹ

DÊRAZOR

Meclisa Gel a bajarê Hecînê bi hevkariya Meclisa Sivîl a herêma rojhilat a Dêrazorê merasîmê bîranîna şehîd Viyan Soran li dar xist.

Merasîm bi amadebûna nûnerên rêxistinên jinan, partiyên siyasî, komîn, rûspî û endamên meclisên sivîl û meclisên gel li hola civînan a avahiya Meclisa Gel a Hecînê hat lidarxistin.

Hevseroka Meclisa Gel a Hecînê Ayda Colan anî ziman ku têkoşer Viyan Soran nûnertiya dengê jina azad dike û li ser vî esasî Şoreşa Rojava bû şoreşa jina azad.

Ayda Colan bang li hemû jinan kir ku têkoşînê dewam bikin heta ku azadiya xwe bi dest bixin.

Endama Komîteya Jinan Xîtam Hido semîneek li ser jiyana şehîd Viyan Soran da. Xîtam Hido bang li jinan kir ku xeta şehîd Viyan bidomînin heta ku azadî, serketin û jiyaneke bi rûmet mîsoger bikin.

Xîtam Hido got: "Têkoşer Viyan Soran mînaka jina azad e."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/N0XIHT1S-MI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>