​​​​​​​Bersiva nameya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan nehatiye dayîn

Heta niha CPT, komîserê bilind ê mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî, sekretera giştî ya Meclisa Ewropayê û sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres bersiva nameya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê nedaye ku banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dike.

​​​​​​​Bersiva nameya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan nehatiye dayîn
1 sibat, 2023   11:20
QAMIŞLO

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê 22`yê Çileyê nameyeke girtî ji CPT, komîserê bilind ê mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Volker Turk, sekretera giştî ya Meclisa Ewropayê Maria Bejinovic û sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres re şandibû.

Li gorî berdevkê însiyatîfê Ferzenda Munzir tevî derbasbûna 11 rojan jî van her çar aliyan bersiva nameyê nedaye.

Di nameyê de bendên ku dewlet Tirk a dagirker di dan û standinên li gel rêber Abdullah Ocalan de binpê dike, hatine bibîrxistin û bang li wan aliyan hatiye kirin ku rewşa rêber Abdullah Ocalan bişopînin û tecrîdê bi dawî bikin.

(şx)

ANHA