Ehrar El Iraq êrişa li ser baregeha Zîlkan girte ser xwe

Lîwaya Ehrar El Iraq êrişa li ser baregeha Zîlkan girte ser xwe û destnîşan kir ku heta dagirkera Tirk bi temamî venekişin, çalakiyên wan berdewam in.

Ehrar El Iraq êrişa li ser baregeha Zîlkan girte ser xwe
1 sibat, 2023   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Lîwaya Ehrar El Iraq ku komek çekdar a ser bi Heşda Şebî ye, bi daxuyaniyekê berpirsyartiya êrişa bi muşekan a vê sibehê ya li ser baregeha dewleta Tirk a li Başîqayê girt ser xwe.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrişê de 20 muşekên ji cûrê Grad avêtine baregeha dewleta Tirk.

Her wiha hat gotin heta dagirkeriya dewleta Tirk ji ser xaka Iraqê dernekeve wê êriş û operasyonên wan ên li dijî artêşa Tirk berdewam bikin.

Vê sibê baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a li Zîlkan ya Başîkayê, bi 20 mûşekan hate hedef girtin.  Der barê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin