Li Reqayê qedexeya derketinê ya giştî hate ragihandin

Komîteya Hundirîn a Reqayê hemwextî berdewamkirina Pêngava “Tolhildana Şehîdên Reqayê”  sibe qedexeya derketinê ya giştî li bajêr ragihand.

Li Reqayê qedexeya derketinê ya giştî hate ragihandin
30 ÇILE, 2023   20:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteyê îro bi belavokekê qedexeya derketinê ya giştî li bajêr ragihand.

Belavok wiha ye:

“Li gorî pêwîstiyên berjewendiya giştî û ji bo parastina ewlehiya xelkê, me qedexeya derketinê ya giştî sibe ji saet 6:00`an sibehê heta 20:00`an êvarê ragihand.”

(şx)

ANHA