​​​​​​​Ewlehiya siyasî ya hikumeta Şamê li Helebê welatiyekî efrînî revand

Çavkaniyên ji bajarê Helebê ragihandin ku ewlehiya siyasî ya Hêzên Hikumeta Şamê welatiyekî ji Efrînê li bajarê Helebê bi hinceta ku bi saziyên Rêveberiya Xweser re dide û distîne, revand.

​​​​​​​Ewlehiya siyasî ya hikumeta Şamê li Helebê welatiyekî efrînî revand
24 ÇILE, 2023   14:35
ŞEHBA

Çavkaniyan diyar kir ku ewlehiya siyasî kalmêrê kurd bi navê Izet Mihemed Mihemed (65) revand ku bi navê Izetê Ingilîz tê naskirin û ji gundê Qermîtliq ê navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ye.

Dema Izet di 15'ê mehê de ber bi kantona Şehbayê ve diçû li ser benda kontrolê ya li ser rêya Heleb-Şehbayê revand.

Li gorî çavkaniyên Izet Ingilîz birine şaxê ewlehiya siyasî ya taxa Silêmaniyê ya Helebê lê çarenûsa wî nayê zanîn.

Çavkaniyan da zanîn ku hikumeta Şamê ji malbata Izetê Ingilîz pere dixwaze heta ku wî serbest berdin.

(dm/şx)