Rûsya û Şam baregeheke hewayî ya rûxiyayî restore kir

Rûsya û hikumeta Şamê ji bo bikaranîna hevbeş, baregeha leşkerî ya hawayî ya El Cerah a li rojhilatê Helebê restore kir.

Rûsya û Şam baregeheke hewayî ya rûxiyayî restore kir
24 ÇILE, 2023   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersʹê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Rûsya û hikumeta Şamê baregeha leşkerî ya hawayî ya El Cerah a li rojhilatê Helebê restore kiriye da ku bi hev re bi kar bînin.

Wezaretê bi rêya Telgramê got, "Leşkerên rûs û sûriyeyî balafirgeha El Cerah a rûxiyayî restore kir. Baregeha hewayî ya hevbeş a hêzên hewayî yên Rûsya û Sûriyeyê ya li balafirgeha El Cerah dikare sînorê dewletê bişopîne."

Baregeha El Cerah li rojhilatê Helebê, li beramberî bajarên Dêr Hafir û Meskne ye û sala 2017ʹan ji destê çeteyên DAIŞʹê hatibû derxistin.

(bb)