Birîndarekî din ê êrişa hewayî ya dewleta dagirker şehîd bû

Welatiyekî din ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser rêya Qamişlo-Dêrikê de birîndar bibû, şehîd bû.

Birîndarekî din ê êrişa hewayî ya dewleta dagirker şehîd bû
24 ÇILE, 2023   09:54
QAMIŞLO

Nûçegihanê me ragihand ku welatiyê bi navê Hisên Hesam ê ji gundê Kihêna Dirêj ê girêdayî herêma Koçerat a Dêrikê şehîd bûye.

Hesam, 18`ê Çileyê di êrişa dewleta Tirk a dagirker a dijî erebeyekê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê li nêzî Rawestgeha Arî, ji serê xwe birîndar bibû.

Hesam ku li nexweşxaneyek Dêrikê dihat dermankirin, tevî hemû hewldanan jî vê sibehê şehîd bû.

Zarokê bi navê Ehmed Ebdulxenî Salim jî ku di heman êrişê de birîndar bibû, 21`ê Çileyê şehîd bibû.

(cx)

ANHA