Firina navendî ya Tebqayê dest bi xizmetê dike

Komîteya Aboriyê ya Tebqayê projeya firina navendî ya bajêr ji nû ve amade kir. Alavên pêşketî lê zêde kirin. Tê payîn ku firin di çend rojên pêş de bikeve xizmetê.

Firina navendî ya Tebqayê dest bi xizmetê dike
24 ÇILE, 2023   06:17
TEBQA – EBDUREHMAN EL SALIH

Komîteya Aboriyê ya Tebqayê projeya ji nû ve avakirina firina navendî ya Tebqayê bi dawî kir. Armanc ew e ku rewşa nan di aliyê hejmar û kalîteyê de were başkirin û pêwîstiya şêniyan were pêşwazîkirin.

Li gorî rêveberiyên Rêveberiya Firinan, lêçûna projeya ku 11'ê Tebaxa 2021'an dest pê kiribû nêzî 274 hezar dolar e, dê xebat li ser du beşan be û rojane 10 ton nan bê çêkirin.

Hevserokê Rêveberiya Firinan a Tebqayê Mihemed El Meter wiha axivî: "Projeya firina navendî bi temamî bi dawî bû, firin niha di dema ceribandinê de ye û dê çend rojên pêşiya me bikeve xizmetê.”

Dihat payîn ku proje di 100 rojî de bi dawî bibe, lê sal û nîvekê dirêj kir. Li ser sedemên paşxistina pêknaîna projeyê, El Meter got: "Sedema wê yekê girtina deriyên sînorî û dorpêça li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Ji ber wê alavên ku ji derve hatin, bi zehmetî gihaştin destê me.”

Çeteyên DAIŞ'ê di dema dagirkirina bajarê Tebqayê de alavên firina navendî ya bajrê dizîn, firin teqandin û rûxand.

(mh/cx)

ANHA