​​​​​​​'Divê hikumeta Şamê bi Rêveberiya Xweser re diyalogê bike'

Şêniyên gundewarê Dêrazorê bang li hikumeta Şamê kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi Rêveberiya Xweser re diyalogê bike.

​​​​​​​'Divê hikumeta Şamê bi Rêveberiya Xweser re diyalogê bike'
24 ÇILE, 2023   03:34
DÊRAZOR-FATIMA EL EBID

Bertekên dijî nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de ya bi navbeynkariya Rûsyayê, didomin.

/kr/uploads/files/2023/01/23/200439_-.webp

Têkildarî mijarê, Endama Rêveberiya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya rojhilatê Dêrazorê Mûna El Iwêd got, “Nêzîkbûna Sûriye-Tirkiyeyê ne matiqî ye, nakeve xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyeyê û têkiliya xwe bi çareserkirina aloziya Sûriyeyê re tune ye.”

Mûna destnîşan kir ku ev nêzîkbûn dikeve xizmeta projeya dewleta Tirk a dagirker a ji bo guhertina demografiya herêmên dagirkirî û got ku armanc jê serkeftina Erdogan di hilbijartinan de ye.

Mûna anî ziman ku haya wan ji plan û projeyên din ên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk li axa Sûriyeyê heye û got: “Lê em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin, em ê pêkanîna projeya xwe ya demokratîk bidomînin.”

/kr/uploads/files/2023/01/23/200452_-.webp

Welatiyê bi navê Yehya El Merî yê ji rojhilatê Dêrazorê jî wiha axivî: “Armanc ji civîna ku bi navbeynkariya Rûsyayê di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de hatî lidarxistin, kûrkirina aloziya Sûriyeyê, derbekirina projeya Rêveberiya Xweser e, ku dikare yekitiya axa Sûriyeyê biparêze. Lê her sê hêzên din dixwazin Sûriyeyê parçe bikin.”

El Merî, helwesta Siûdiyê û Misirê ku gefên leşkerî li dijî axa Sûriyeyê red kiribûn, erênî dît û bang li tevahî welatan kir ku ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê proseya siyasî berdewam bikin.

El Merî bang li hikumeta Şamê kir ku li şûna bi dewleta Tirk a dagirker re bicive, bila berê xwe bide Rêveberiya Xweser û wiha got: “Têkiliyên dewleta Tirk bi hikumeta Şamê re ne ji bo pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê, lê ji bo berjewendiyên wê ne.”

(cx)

ANHA