​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-1-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-1-2023
23 ÇILE, 2023   23:00

Hemleya berhevkirina îmzeyan a Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan li navçeya Til Birakê û bajarê Qamişlo dest pê dike saet di 9:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a PYD`ê bi koordîneya Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê bi navnîşan “Şer û qanûn” semînerek li nivîsgeha partiyê ya li kambera bakur a Qamişlo li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Hemîsê cenazeyê zarokê bi navê Ehmed Ebdulxenî oxir dikin ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser erebeyekê li çetrêya gundê Meqûş ê navçeya Tirbespiyê de şehîd bûye saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Girkê Legê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan li dar dixe saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên Ereb diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ji bo çewisandina gelên herêmê ye û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pisporê kar û barên Tirkiyeyê Mihemed Ebû Sebha anî ziman ku bi hewldanên nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re, vekişîna dewleta Tirk ji herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî dûr e. Her wiha anî ziman ku bêyî diyalogên navxweyî çareserkirina aloziya Sûriyeyê ne pêkan e. (BI WÊNE)

Şêniyên gundewarê Dêrazorê bang li hikumeta Şamê kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi Rêveberiya Xweser re diyalogê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Êrişên pergalên baviksalarî yên zordest ên li dijî jinan û hebûna wê ranwestiyan. Ji destpêka avabûnê ve, hewl didin nasnameya wan biçewisîne, bi rê û rêbazên cuda û erzan wan tune bike. Desthilata xwe ya li ser xurttir bike û vîna wê bişikîne. Lê li hember wan êrişan, jinan li ber xwe da ku heta niha berdewam e. Wisa li hember sûcên li dijî wê tên kirin, temaşe nekir lê belê di şertên herî zehmet de banga mafên xwe kir.(BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

Komîteya Aborî ya Tebqayê, projeya ji nû ve avakirina firina navendî ya bajêr û amadekirina wê bi amûrên pêşetî bi dawî kir. çaverêye ku di çend rojên bê de, firin bixebite.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ROJHILATA NAVÎN

Di dosyaya Lîbyayê de pêşketin û tevgerên navneteweyî didomin. Ji bo mîsogerkirina pêkanîna hilbijartinan di dema xwe de ku bi avakirina hikumetekê bi encam bibe û dawî li aloziya li welat bîne, hewldanên navneteweyî têne kirin. Gelo dê ev hewldan bi ser bikevin an nêrînên cuda yên komên lîbyayî û milîsên wan dê hebin?(BI WÊNE)

ANHA