​​​​​​​Jinên Ereb daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir

Jinên Ereb diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ji bo çewisandina gelên herêmê ye û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.

​​​​​​​Jinên Ereb daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir
23 ÇILE, 2023   23:33
NAVENAD NÛÇEYAN

Jinên Ereb ên ji Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê bertek nîşanî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan da û xwest hesab ji dewleta Tirk a dagirkr were xwestin.

/kr/uploads/files/2023/01/23/200244_-2.webp

Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Leyla Mihemed tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan û negirtina agahiyan li ser rewşa wî ya tenduristiyê, şermezar kir. Her wiha bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên mirovan û girtiyan rexne kir.

Leyla Mihemed got sûcên ku li dijî rêber Abdulalh Ocalan têne kirin li dijî hemû peyman û qanûnên navneteweyî ne û wiha domand: "Ne ji fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bûya, jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê azadiya xwe bi dest nedixist û maf û cihê xwe di tevahî saziyên sivîl û demokratîk de mîsoger nedikir."

/kr/uploads/files/2023/01/23/200230_-1.webp

Endama Nivîsgeha Minbicê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Fatma Beko bal kişand ser komploya 9ʹê Cotmeha 1998ʹan a li dijî rêber Abdullah Ocalan û got dewletên komploger xwest îradeya jinên bi ramanê rêber Ocalan bawer in, bişikînin. Fatmayê sûcên li dijî rêber Ocalan şermezar kirin û azadiya wî ya fîzîkî xwest.

/kr/uploads/files/2023/01/23/200124_-.webp

Welatiya bi navê Eyşe El Bekir a ji bajarê Reqayê diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li dijî exlaq û qanûnan e û anî ziman ku mîna hemû ferdên civakê divê mafên xwezayî yên rêber Ocalan werin mîsogerkirin.

/kr/uploads/files/2023/01/23/200025_-.webp

Berdevka Jinan a Meclisa Gundewarên Rojava ya Dêrazorê Bidûr El Hecer got, bi saya rêber Abdullah Ocalan jinan mafên xwe bi dest xistin û cihê xwe di hemû qadên siyasî, leşkerî û rêveberiyê de girtiye.

/kr/uploads/files/2023/01/23/200216_-.webp

Hevseroka Komîteya Bazirganî ya Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Alya El Ehmed jî destnîşan kir ku tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, di çarçoveyeke plankirî de tê ferzkirin ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên azadîxwaz ên ku banga azadiya fîzîkî dikin, dimeşîne da ku têkiliyên di navbera rêber Ocalan û gel de qut bike.

/kr/uploads/files/2023/01/23/200105_-.webp

Her wiha hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Dêrazorê Sumeya El Elî daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir û got ji ber sûcên ku li dijî gelên herêmê û rêber Ocalan dike, divê hesab ji dewleta Tirk a dagirker were xwestin.

Sumeya El Elî got dewleta Tirk a dagirker hewl dide di kesayeta rêber Ocalan de gelê Kurd û gelên herêmê biçewisîne.

(bb)

ANHA