`Hevjiyana Azad` navnîşan werşeya kar a Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bû

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê werşeyeke kar bi dirûşma "Hevjiyana azad bingeha avakirina civakeke demokratîk û azad e", ji bo şîrovekirina têgeha hevjiyana azad ji aliyê qanûnî û civakî ve, li dar xist.

`Hevjiyana Azad` navnîşan werşeya kar a Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bû
`Hevjiyana Azad` navnîşan werşeya kar a Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bû
`Hevjiyana Azad` navnîşan werşeya kar a Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bû
`Hevjiyana Azad` navnîşan werşeya kar a Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bû
`Hevjiyana Azad` navnîşan werşeya kar a Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bû
`Hevjiyana Azad` navnîşan werşeya kar a Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bû
`Hevjiyana Azad` navnîşan werşeya kar a Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bû
23 ÇILE, 2023   19:52
MINBIC

Di komxebatê de endamên Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û komîte û saziyên wê, rûspiyên eşîran, Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên partiyên siyasî, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê, rêxistinên civaka sivîl û Meclisa Leşkerî ya Minbicê beşdar bûn.

Di werşeyê de hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Elî El Ebo mijara yekemîn a li ser hevjiyana azad ji aliyê qanûnî û siyasî ve axivî û got: "Piştî bi hezaran sal ên qirkirina jinan û serdestiya hişmendiya baviksalariyê, hîna jî kapîtalîzm jinan wek amûrê pirbûnê û zarokanînê dibîne, di encamê de jî hejmara mirovan jî zêde dibe ku ev pirsgirêk jî li pirsgirêkên jîngehê zêde dibe."

El Ebo wiha domand: "Bi dirêjiya dîrokê û şaristaniyên li dijî wekheviya jin û mêran heta bi roja me ya îro, qanûnên hemdem ên Rojhilata Navîn mafên jinan binpê kirin. Hevjiyana azad tê wateya jiyaneke hevbeş a herdu zayendan, ji ber ku şerên çêbûyî tevna civakî têk birin û di encamê de exlaq jî bi paş ketin û ev jî bandoreke nerênî li jinan kir."

Piştre, berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir mijara duyemîn a li ser têgeha hevjiyana azad ji aliyê civakî û jinan ve axivî û got: "Gelek kes dirûşma wekheviya jin û mêran berz dikin, lê belê gelek ji wan dirûşman pûç û bi armanca têkbirina aramiya civakan in."

Îbtîsam destnîşan kir ku hevjiyana azad yek ji berhemên sereke yên netewa demokratîk e, bi rêya vê yekê jî hevsengiya têkiliya di navbera zilam û jinan de sererast dibe, derveyî wê jî, jin di hevjiyana azad de roleke sereke dilîze ku serbixwe dibe û girêdana xwe ya bi kesan ve qut dike û kesayeteke xwe ya serbixwe ava dike.

Îbtîsam wiha domand: "Jina azad civaka azad e, civaka azad jî neteweyeke demokratîk e, ji ber wê jî girîng e ku têkiliyên mirovî yên li ser bingehên exlaqî û siyasî xurt bibin. Ji ber ku pêwîstiya pêkanîna hevjiyana azad bi amadekarkirina şert û mercên civakî heye."

Piştre, beşdaran mijarên werşeyê nîqaş kirin û pirsgirêkên di civakê de û bi taybetî yên li hember jin û mêran derketine nîqaş kirin.

Werşe bi pêşniyaran ku mafên jinan misoger dikin bi dawî bû.

Pêşniyar û encamname wiha ye:

Pêşxistina jinan di aliyê aborî de û di hundirê Meclisa Edaleta Civakî de ji bo parastina jinan û wergirtina giliyan nivîsgehek were vekirin, her wiha ji bo şopandina qanûnên ku mafên jinan diparêzin û derbaskirina hin adetên ku rola jinan sînordar dikin. Hewl bê kirin ku nivîsên olî yên der barê jinan de bi awayekî baş werin fêmkirin.

Pêkanîna qanûnên jinan da ku mafên xwe di hemû waran de bistînin. Her wiha bidawîkirina nijadperestiya zayendî û xurtkirina têkiliyan di navbera herdu zayendan de. Pênasekirina têgeha azadiyê, perwerdekirina herdu zayendan li ser şerê taybet, armanc û cûreyên wî û têkoşîna li dijî bandorên nerênî yên sosyal medya ku bandor li exlaqên civakê dike.

(mh/şx)

ANHA