Hêzên Ewlekariya Hundirîn encamên lêpirsîna hilweşîna avahiya li Şêxmeqsûdê eşkere kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê têkildarî encamên destpêkê yên avahiya hilweşiyayî ya taxa Şêxmeqsûd eşkere kirin ku av derbasî nava binesaziya avahiya bûye û di encamê de avahî hilweşiyaye. Hêzê destnîşan kir ku lêpirsîn hîna berdewam e.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn encamên lêpirsîna hilweşîna avahiya li Şêxmeqsûdê eşkere kirin
23 ÇILE, 2023   15:42
 HELEB

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê encamên lêpirsîna pêşîn ên sedemên hilweşîna avahiya li taxa Şêxmeqsûd bi daxuyaniyekê eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hêzê destnîşan kir ku dewriyeyên wê sibeha yekşemê 22`yê Çileyê saet di 02:00`an de, li ser agahiyekê ku avahiyeke 5 qatî bi ser niştecihên wê de ketiye, çûn cihê bûyerê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku hemû beşên wê di seferberiyê de bûn û alîkariya timên din kirin ku sivîl ji bin enqazan derdixistin û dibirin nexweşxaneyê.

Hêzê di daxuyaniyê de bîlançoya dawî ya qurbaniyan eşkere kir ku gihaştiye 16 kesn, 2 kesên din birîndar bûne ku rewşa wan niha baş e.

Hêzê encamên lêpirsîna destpêkê ya hilweşîna avahiyê parve kirin û got: “Di şer de tax bi çekên giran û bi balafiran hatiye topbarankirin ku di encamê de avahiyên li taxê seqet bûn. Di encamê de av derbasî binesaziya avahiyê bû ku ji ber wê hilweşiya.

Hêzê di dawiyê de destnîşan kir ku lêpirsîna wê hîna berdewam e.

(dm/şx)

ANHA