Dewleta Îranê 2 jin heta 4 salan mehkûm kirin

Dadgeriya Îranê 4 sal ceza da çalakvana Kurd Gulale Mûradî. Her wiha bi hinceta beşdarî kuştina hevjînê xwe yê endamê Artêşa Pasdaran bûye, cezayê 4 sal girtîgeh li Sefiya Mamo Şebûr birî.

Dewleta Îranê 2 jin heta 4 salan mehkûm kirin
21 ÇILE, 2023   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya di Ajansa NûJinhayê de hatiye parvekirin, bi tawana ku hevkariya kuştina endamekî Artêşa Pasdaran kiriye, dadgeriya dewleta Îranê cezayê 4 sal girtîgeh li çalakvana Kurd Gulale Mûradî ya ji bajarê Pîranşarê birî.

Gulale Mûradî di meha Nîsana sala borî de li gel 2 zarokên xwe hatibû girtin û ji bo lêpirsin birin navenda emniyeta Urmiyeyê. Piştî pêvajoya lêpirsinê kurên wê Metîn û Tahir Bizazî hatin berdan û Gulale Mûradî di meha Hezîrana sala borî de piştî temambûna pêvajoya lêkolînê ji Îtalatî Urmiyê birin girtîgeha Şehr.

Gulale Mûradî ji girtîgeha Urmiyeyê di qeydeke deng de ragihand ku wê sûc nekiriye, lê di dema lêpirsînê de di bin gefên îşkencekirinê de neçar ma ku îtîraf bike. Her wiha greva birçîbûnê ragihand û bi sozên derew ên efserê girtîgehê dawî li grevê anî.

Her wiha dadgehê bi tawana ku beşdarî kuştina hevjînê xwe yê endamê Artêşa Pasdaran a Îranê bû, cezayê 4 sal girtîgeh li Sefiya Mamo Şebûr birî ku 21ʹê Nîsana 2021ʹê hatibû girtin.