​​​​​​​Daîreya Têkiliyên Derve îdiayên Lavrov ên li dijî Rêveberiya Xweser red kirin

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd îdiayên wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ên li dijî Rêveberiya Xweser ku projeyeke cudaxwaz birêve dibe, red kirin.

​​​​​​​Daîreya Têkiliyên Derve îdiayên Lavrov ên li dijî Rêveberiya Xweser red kirin
19 ÇILE, 2023   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku Hevserokê Daîreyê Bedran Çiya Kurd der barê îdiayên wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku Rêveberiya Xweser projeyeke cudaxwaz birêve dibe, axivî.

Çiya Kurd wiha axivî: "Di çarçoveya îsrarkirina li ser diyaloga niştîmanî ya Sûrî-Sûrî de û tevî tunebûna navbeynkariyek ji aliyê Rûsyayê ve di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de, mixabin wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derdikeve û gotina xwe ya berê dubare dike ku em projeyeke cudaxwaz birêve dibin û ji aliyê hin aliyan ve tên bikaranîn û Rûsya tirsa dewleta Tirk a dagirker li hember doza Kurdî fêm dike. Ji ber van helwestan, dewleta Tirk ewlehiya Sûriyê têk dibe, siyasetên li dijî Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dimeşîne da ku wan tesfiye bike."

Çiya Kurd wiha domand: "Her wiha ev helwest li ba gelê Sûriyê gumanan çêdike ku ew dê dîsa bibin qurbana peymanên tirkî yên bi aliyên sûriyeyî re. Her wiha di encamê de jî pêvajoya çareseriya siyasî ya kirîza Sûriyeyê û yekitiya Sûriyê bi dawî dibe. Rûsya jî berpirsa pêşxistina projeyên parçekirina Sûriyeyê ye."

Çiya Kurd ev li gotinên xwe zêde kir: “Tawanbarkirina me bi cudaxwaziyê, avakirina dewletekê, ne rast in û ji rastiyê dûr in. Projeya me diyar e, divê bi hişmendiyeke vekirî bi doza Sûriyeyê re danûstandinê bike. Rûsyayê roleke pêşeng di Sûriyê de dilîze û dikare atmosferên guncaw ji bo çareseriyê û istîqrarê peyda bike. Di heman demê de em wan tawanan red dikin ku gumanan li dora rola me ya nîştimanî û hewldanên me ji bo pêkanîna ewlehiyê li herêmê, çêdikin. Em li Sûriyê xwedî biryar in, Pêwîstiya me bi tu aliyan nîn e, perspektîfên me yên taybet hene û Rûsya wê baş dizane. Em hêvî dikin ku Rûsya fêm bike ku doza me û mafên me yên adil li Sûriyê hene.”

(mh/şx)