Almanyayê qirkirina êzidiyan nas kir

Parlementoya Almanyayê bi piraniya dengan qirkirina êzidiyan wek jenosîdê nas kir. Bi vê re welatên ku jenosîda êzidiyan bi fermî nas kiriye gihişt 12 welatan.

Almanyayê qirkirina êzidiyan nas kir
19 ÇILE, 2023   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlementoya Almanyayê îro ji bo bi awayekî fermî jenosîda kurdên êzidî ku di encama êrişên çeteyên DAIŞ′ê de pêk hatibû, nas bike civiya. Beriya çend kêliyan jî bi piraniya dengan jenosîda êzidiyan bi fermî hat naskirin.

Di civîna parlementoyê de hinek kesayetên êzidî û kesên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûbûn jî amade bûn. Piştî bi fermî jenosîda êzidiyan hat naskirin, parlementeran bi çepikan keyfxweşiya xwe ji erêkirina wê re nîşan da.

Bi vê re welatên ku jenosîda êzidiyan bi fermî nas kiriye gihişt 12 welatan. Hinek welatên din jî amadekariyan dikin ku jenosîda êzidiyan bi fermî nas bikin.

Çi bûbû?

Çeteyên DAIŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an êrîşê êzîdiyên Şengalê kiribû û li gel dagirkirina Şengalê 5 hezar  êzidî di qirkirinê re derbas kiribû. Ji ber hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê herêmê neparastin bîlançoya qirkirina êzîdiyan giran bû û hîn jî gelek jin û zarokên êzidî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne û gelek gorên komî jî hîn nehatine dîtin. Bi hezaran êzidî jî ji cih û warê xwe bûn û berbelavê cîhanê bûn.