​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî mal û dikanên 11 welatiyan hatin talankirin

Çavkaniyên ji hundirê kantona Efrînê ya dagirkirî da zanîn ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker mal û dikanên 11 welatiyên navçeya Bilbilê talan kirin.

​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî mal û dikanên 11 welatiyan hatin talankirin
19 ÇILE, 2023   14:39
ŞEHBA

Çavkaniyan diyar kir ku  ku ji destpêka vê mehê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker mal û dikanên 11 welatiyên gundê Qeregol ê navçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî talan kirin.

Çavkaniyan eşkere kir ku ew mal û dikan ên van welatiyan in: Kîbar Hiso – Hisên Henan Birîm – Reşîd Mihemed – Seydo Menan – Osman Beko – Omer Esed Henan – Meryem Mihemed – Xalîde Elî – Emîne Hesîno – Emîne Hisên Koto û Cemîle Xelîl.

Heman çavkaniyan da zanîn ku çeteyan tenekeyên zeyt û zeytûnan, cerên gazê , pere û kelûpelên malan diziyan.

(mh)

ANHA