Şerê di navbera hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de didome

Li gundewarên Idlibê û Laziqiyê topbaran û şer di navbera hikumeta Şamê û çeteyên Fetih El Mubîn de rû dan. Li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene.

Şerê di navbera hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de didome
12 ÇILE, 2023   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibê hêzên hikumeta Şamê derdora bajarokê Barê yê çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê û gelek dever li çiyayê El Ekrad ê bakurê Lazîqiye topbaran kirin.

Her wiha çeteyên Fetih El Mubîn li eniya Kefer Batîx ê rojhilatê Idlibê komeke hêzên hikumeta Şamê bi hewanan kir hedef. Li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene.

Duh çeteyên Tehrîr El Şam 2 êriş û çeteyên Ehrar El Şam bi êrişekê navendên hêzên hikumeta Şamê yên li gundewarên Heleb û Idlibê kirin hedef. Di encamê de 12 leşkerên hikumeta Şamê û 3 çeteyên Terîr El Şam hatin kuştin û ji her du aliyan 23 birîndar çêbûn.