​​​​​​​Şam, Moskov û Tehran li hember daxuyaniyên têkildarî dagirkirina Helebê bê deng in

Hikumeta Şamê û hêzên destwerdanê li Sûriyeyê dikin, li hember daxuyaniyên şêwirmendê serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Yasîn Aktay ên têkildarî dagirkirina bajarê Helebê bê deng man.

​​​​​​​Şam, Moskov û Tehran li hember daxuyaniyên têkildarî dagirkirina Helebê bê deng in
12 ÇILE, 2023   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyip Erdogan, Yasîn Aktay îdia kir ku daxuyaniyên wî yên têkildarî xistina Helebê bin serweriya Tirkiyeyê, helwesteke şexsî û şîroveyeke siyasî ye û tu eleqeya wê bi AKP`ê û hikumeta Tirkiyeyê re tune ye. Lê belê hikumeta Erdogan li hember van daxuyaniyan tiştek negot.

Aktay duh ji malpera Meyadîn re axivî û got: “Ji bo vegera penaberên sûriyeyî ne şert e ku Heleb radestî dewleta Tirk bê kirin, lê NY dikare Helebê bi rê ve bibe da ku atmosfereke ewle ji bo penaberên sûriyeyî peyda bike.”

Aktay di daxuyaniyên berê yên têkildarî vegera penaberên sûriyeyî li welatê xwe de, banga ji nû ve xistina Helebê di bin serweriya Tirkiyeyê de kiribû. Di heman demê de hin dezgehên çapemeniyê yên ser bi hikumeta Şamê ve, ragihand ku eger nêzîkbûn di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de çêbû, dewleta Tirk amade ye ji tevahî herêmên Sûriyeyê vekişe.

Heta niha li hember van daxuyaniyan ne ji Şamê, ne jî ji Îranê ku li Heleb û gundewarên wê û bi taybet bajarokên Nibul û Zehrayê xwedî serwerî ne, tu helwestên fermî derneketine.

Rûsya ku ji bo nêzîkkirina hikumeta Şamê û dewleta Tirk navbeynkariyê dike jî, têkildarî daxuyaniyên Aktay tu bertek nîşan nedane.

(cx)