​​​​​​​Mesrûr Barzanî ji serokwezîrê Iraqê xwest ‘Peymana Şengalê’ pêk bîne

Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya li Bexdayê de, ji serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî xwest ku ‘Peymana Şengalê’ ya li dijî êzidiyan pêk bîne.

​​​​​​​Mesrûr Barzanî ji serokwezîrê Iraqê xwest ‘Peymana Şengalê’ pêk bîne
12 ÇILE, 2023   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh serdana paytexta Iraqê Bexdayê kir û li gel serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.

Barzanî der barê civînê de li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha nivîsî: “Mijareke ku hate guftûgokirin ‘Peymana Şengalê’ bû.”

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de PDK û serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî ‘Peymana Şengalê’ îmze kiribû. Li gorî peymanê dê rêveberiyeke nû ji bo Şengalê bihata avakirin û ewlehiya bajêr dê ji aliyê polîsên xwecih ve bihata parastin û parastina derveyî bajêr jî dê ji aliyê artêşa Iraqê û pêşmergeyan ve bihata kirin. Her wiha Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên ku niha Şengalê bi rê ve dibin, dê bihatana rakirin.