​​​​​​​Daîreya Têkiliyên Derve bi nûnerê Amerîkayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, nûnerê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Grainger pêşwazî kir. Her du aliyan gelek mijarên têkildarî rewşa Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin.

​​​​​​​Daîreya Têkiliyên Derve bi nûnerê Amerîkayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya
11 ÇILE, 2023   18:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî marpela fermî ya daîreyê, hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd, cîgirên hevserokatiyê Fener El Giêt û Robîl Biho û endama Desteya Rêveberiyê Gulistan Elî şande pêşwazî kir.

Di civînê de behsa pêşketinên dawîn ên Sûriyê û bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de hat kirin.

Bedran Çiya Kurd di civînê de teqezî bi pêwîstiya çareseriya siyasî ya giştî bi erêkirina hemû sûriyan dûrî ajandeyên siyasî yên derve kir û got: “Nabe tu aliyên herêmî li gorî berjewendiya xwe, aloziyê bi kar bîne. Divê çareseriya giştî li gorî biryarên navneteweyî teşwîq bikin. Careke din mekanîzmeyên ku heta niha pêk anîna, di ber çavan re derbas bikin. “

Şandeyî amerîkî, destnîşan kir ku helwesta wan li hember çareseriya siyasî ya bi erêkirina hemû sûriyan û li gorî biryara NY`yê ya bi hejmar 2254 diyar e. Her wiha diyar kir ku li pêşiya normalîzekirinên gelek astengî hene.

Di civînê de gefên dewleta Tirk a dagirker ên êrişkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemwextî çalakbûna DAIŞ’ê hatin nîqaşkirin.

Têkildarî wê, Çiya Kurd got: “Gef û topbarana dewleta Tirk a dagirker didomin û bihaneyên wê yên qaşo herêmên me li ser ewlehiya wê ya neteweyî gef in, şaş û nerast in. Hêzên me tu operasyonên leşkerî di hundirê Tirkiyê de pêk neanîne, lê belê ew rojane li dijî herêmên me binpêkirinan pêk tîne. Ya rast ew e ku bidestxistina mafên rewa yên gelên herêmê di serî de gelê Kurd metirsiyê dide ewlehiya neteweyî ya dewleta Tirk a dagirker. Ji ber ku li gorî baweriya wê ya nijadperest ewlehiya wê bi tunebûna pêkhateyên wê ve girêdayî ye.”

Çiya Kurd wiha domand: “Her wiha divê çareserî ne tenê di aliyê leşkerî û ewlehî de be, her wiha divê di aliyê aborî û siyasî de jî bê kirin.”

Nûnerê amerîkî diyar kir ku divê çareseriyên domdar ji bo herêmê bên dîtin û got: “Em heta dikarin hewl bidin ku ewlehiya herêmê biparêzin da ku em bi temamî DAIŞ’ê têk bibin.”

Di civînê de rêbazên derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê û siyasetkirina doza alîkariyan ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatin nîqaşkirin.

Di dawiyê de hat destnîşankirin ku girtina deriyê sînor ê Til Koçerê zehmetiyên aborî û mirovî zêdetir dike û jiyana bi mîlyonan şênî dixe xetereyê û neheqeiyek li dijî gelê herêmê ye.

(mh)