​​​​​​​Şêniyên Minbicê şehid Xedîr Ebdulkafî El Şêx oxir kir

Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Xedîr Ebdulkafî El Şêx li goristana şehîdan veşart.

​​​​​​​Şêniyên Minbicê şehid Xedîr Ebdulkafî El Şêx oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Minbicê şehid Xedîr Ebdulkafî El Şêx oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Minbicê şehid Xedîr Ebdulkafî El Şêx oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Minbicê şehid Xedîr Ebdulkafî El Şêx oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Minbicê şehid Xedîr Ebdulkafî El Şêx oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Minbicê şehid Xedîr Ebdulkafî El Şêx oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Minbicê şehid Xedîr Ebdulkafî El Şêx oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Minbicê şehid Xedîr Ebdulkafî El Şêx oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Minbicê şehid Xedîr Ebdulkafî El Şêx oxir kir
11 ÇILE, 2023   15:23
MINBIC

Şervana YPJ′ê Xedîr El Şêx di 10′ê Çileyê de li ser erka xwe şehîd bûbû. Di merasîma oxirkirinê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Minbic û Meclisa Leşkerî ya Jinan, Rêveberiya Sivîl a Xweser a Minbicê û saziyên girêdayî wê, nûnerên ji partiyên siyasî û saziyên taybet bi jinan beşdar bûn.

Karwana şehîd ji Nexweşxaneya Firatê heta bi goristana şehîdan a li aliyên rojavayê bajêr ve dest pê kir.

Li goristanê, yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Jinan Fatme Mihemed axivî û wiha got: "Şehîd pêşeng û meşaleyên ronahiyê ne û wan di oxira xêzkirina nexşerêya azadî û sînorê welat de canê xwe da. Ev berdêla azadî û rûmetê ye û divê em xwedî li lehengên xwe derkevin."

Fatme wiha domand: "Di demekê de hîna dijminên me bi şev û roj hewl didin bi hemû rêbazan vîna me bişikînin û xaka me dagir bikin, em soz didin şehîdên xwe ku em li ser rêça wan bin û heta têkbirina dagirkerî û destpotê layiqî fedekariya wan bin."

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hesna El Zahir wiha got: "Em li hember kesên di oxira axa welat û parastina wê de canê xwe da serê xwe ditewînin. Ew rûmeta herî giranbiha ye ku mal û milkên li hember kesên xirab werin parastin."

Her wiha endama Komîteya Jinan Sena Receb li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê axivî û wiha got: "Em îro kulîlkekê ji kulîlkên welatê xwe oxir dikin. Li me û şehîd pîroz be. Dê şehîd di dilên me û nifşên bê de bimînin."

Sena soz da ku ew ê li ser şopa şehîdan bin û heta serkeftinê têkoşîna wan bidomînin.

Li dawiyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Ebû Îdo wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

(fr)

ANHA