Têkildarî Şebnem Korur Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn

Li Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hate birîn û hate tehliyekirin.

Têkildarî Şebnem Korur Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
11 ÇILE, 2023   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Danişîna sêyemîn a doza seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a bajarê Stenbolê yê Tirkiyê pêk hat.

Piştî axaftina Şebnem Fîncanci, hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan axivî û got ku darizandina Şebnem a bi awayekî girtî neheqî ye. Turkdogan diyar kir ku tu bingeha hiqûqî ya tawanbariyên li Şebnem Fîncanci tên kirin, biryara girtinê û daxwaza cezakirina herî giran nîn e. Bi domdarî Turkdogan ev tişt anî ziman: “Gelo ma dozgerên komarê qet merek nakin bê ka li ser sînor çi diqewime? Nabe ku parastvanên mafên mirovan ji ber bangewaziyên xwe bên darizandin.”

Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê diyar kir ku dê danişînê bi dawî bike û gotina dawî ji Şebnem Fîncanci pirsî. Li ser vê yekê Fîncanci wiha got: “Zextên heyî, li ser arastekirina îktîdarê tên kirin. Lewma jî ne dozeke hiqûqî lê ya siyasî ye. Dixwazin TTB’ê tune bikin. A rast dixwazin mafê lêgerîna mafên xwe ya civakê ji destê wan bistînin.”

Dadgehê jî ji bo eşkerekirina biryara xwe saetek navber da. Piştî navberê jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê da Şebnem Fîncanci û tehliye kir.

Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ji ber nirxandinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta Tirk ve li dijî Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatibû girtin.