​​​​​​​Çalakiya parlamenterên HDP’ê 15 roj e didome

Çalakiya nobetê ya parlamenterên HDP'ê ya li dijî tecrîdê di roja xwe ya 15’an de dewam dike. Parlamenteran diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk divê demildest hevdîtin bi rêber Abdullah Ocalan re pêk bê.

​​​​​​​Çalakiya parlamenterên HDP’ê 15 roj e didome
11 ÇILE, 2023   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji bo pêkhatina hevdîtina parêzeran a bi rêber Abdullah Ocalan re dest pê kir, di roja 15'an de ye.

Parlamenter Kemal Bulbul, Abdûllah Koç, Mûazzez Orhan, Siddik Taş, Huseyîn Kaçmaz, Erdal Aydemîr, Kemal Pekoz, Celadet Gaydali, Remziye Tosûn û Nûran Îmîr li ber parlamentoya Tirkiyê daxuyanî da.

Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul daxuyanî da û diyar kir ku li Girava Îmraliyê sîstemeke ku li destûrê û sîstema hiqûqê nayê, bi cih tê anîn. Kemal Bulbul ragihand ku desthilatdariya AKP-MHP'ê tecrîd bi rêk û pêk kiriye, li dijî mafên mirovan û azadiyê sûc dike û got, "Tecrîd sûcekî hiqûqî ye. Aliyê vî sûcî jî hiumeta AKP-MHP, di heman demê de dozger û saziya hiqûqê ye. Ji bilî van her wiha NATO, CPT, Yekîtiya Ewropa û DMME jî aliyekî vî sûcî ne. Li vê derê sîstemeke navneteweyî, komployeke navneteweyî heye. Yekîtiya Ewropa rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê bi hesasiyeteke mezin dişopîne, di vê der barê de raporan diweşîne, lê belê têkildarî sîstema li Îmraliyê gotineke bi tenê jî negotiye. Her wiha CPT çû li wê derê lêkolîn kir, lê encamên wê bi raya giştî re parve nekir. Di vir de raya giştî ya demokratîk, gelê Kurd, HDP gelekî bi fikar e. Fikar li ser tenduristî û ewlehiyê heye."

Kemal Bulbul diyar kir ku rabûna li ber tecrîdê tê wateya parastina demokrasî, mafên mirovan, azadî, wekhevî û edaletê û got: "Birêz Ocalan heta niha li Giravê bi fikir û projeyên xwe, jiyana bi hev re û azad a gelên Tirkiye, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn parastiye. Parastina van nêrînan sûc nîne, mafekî demokratîk û rewa ye. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê divê dawî li tecrîdê bê anîn û hevdîtin pê re bê kirin. Lê belê em jî li vir hatine tecrîdkirin."

Kemal Bulbul herî dawî got: "Tecrîd sûc e. Divê tavilê dawî li sûcê tecrîdê bê anîn û ji bo çareseriya aştiyane demokratîk hevdîtin bi birêz Ocalan re bê kirin."