​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hevdîtina wezîran piştî nîqaşa bi Washingtonê re diyar dibe

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de, lihevkirina li Sûdanê û rewşa Lîbyayê nivîsîn.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hevdîtina wezîran piştî nîqaşa bi Washingtonê re diyar dibe
10 ÇILE, 2023   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

‘HEVDÎTINA WEZÎRÊN SÛRIYE, TIRKIYE Û RÛSYAYÊ PIŞTÎ NÎQAŞA BI WASHINGTONÊ RE DIYAR DIBE’

Têkildarî rewşa Sûriyeyê, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Di demekê de ku li Enqereyê behsa vegerandina serweriya Tirkiyeyê li ser Helebê wekî çareseriya herî guncaw a pirsgirêka penaberên sûriyeyî tê kirin, axaftina li ser civîna wezîrên karên derve yên Tirkiyê, Sûriye û Rûsyayê zêde dibe. Li aliyekî din jî Îran ket rêgeha nêzîkbûna Enqere-Şamê.

Çavkaniyên nêzî hikumetên Enqere û Şamê got heta niha dema hevdîtina wezîrên karên derve nehatiye diyarkirin. Li gorî çavkaniyên ji Tirkiyeyê, beriya vegera wezîrê karên derve Mevlut Çavuşoglu ji Washingtonê lidarxistina civînê ne pêkan e. Çavuşoglu ji bo tev li civîna Meclisa Stratejîk a Têkiliyên Tirkiyê û DYA`yê de ku tê payîn di 17`ê Çileyê de bê lidarxistin bibe, çûye Washingtonê.

Çavkaniyan destnîşan kir ku Rûsyayê pêşniyar kiriye ku civîn di hefteya duyemîn a Çileyê de bê lidarxistin, lê belê wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê di wê dîrokê de dê li DYA`yê be.

Heman çavkaniyan bi bîr xist ku hevdîtin û dan û standinên di navbera Tirkiyê û rejîma Sûriyê dê di rojeva civînên Meclisa Stratejîk de be. Lê Washingtonê ragihand ku ew li dijî nêzîkbûna bi rejîma Sûriyê re ye û bang li aliyên ku dixwazin ev normalîzekirin pêk were, kir ku binpêkirinên mafên mirovan ên bi destê rejîmê pêk hatine, ji bîr nekin.

Di heman demê de dezgehên çapemeniyê yên nêzî rejîma Sûriyeyê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên agahdar, got heta niha tu dem ji bo lidarxistina civînê di navbera wezîrên karên derve de nehatiye diyarkirin. Her wiha destnîşan kirin ku lidarxistina civînê girêdayî xebatên 'komîteyên têkildar' e ku piştî hevdîtina wezîrên parastinê li Moskovê hat avakirin û karê wê şopandina pêkanîna encamên hevdîtinê ye.

Hemwextî wê, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî duh got piştî vexwendina Sûriye û Tirkiyeyê, serokkomar Îbrahîm Reîsî plan dike ku serdana Şam û Enqereyê bike.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin jî roja sêşemê got serokkomarê Îranê dê di çend hefteyên pêş de serdana Enqereyê bike.

Di vê navberê de, têkildarî mijara nêzîkbûna bi rejîma Esed re, nîşaneyên parçebûna hundirîn li Tirkiyeyê derketin pêş, ev yek di dezgehên çapemeniyê yên nêzî hikumetê de û yên nêzî opozîsyonê de diyar bû.

Opozîsyon dibêje ku ji bo hin sedemên girêdayî ewlehiya Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka penaberên sûriyeyî, wan berê mijara normalîzekirina bi rejîma Esed re pêşniyar kiriye û eger ne ji zextê wê bûya, hikumeta Erdogan di vê mijarê de gav nediavêtin. Di heman demê de dibêje ku Erdogan vê mijarê ji bo xurtkirina şansê xwe û partiya xwe di hilbjiartinên serokatiyê û parlamantoyê yên Hezîranê de, bi kar tîne.”

'SEROKÊ MECLISA DEWLETÊ Û YÊ PARLAMENTOYA LÎBYAYÊ LI DORA ÇARESERIYÊ DIZIVIRIN'

Der bare rewşa Lîbyayê de jî rojnameya El Ereb nivîsî: “Serokê Meclisa Dewletê û yê Meclisa Parlamentoyê yên Lîbyayê, nikarîn pirsgirêka lidarxistina hilbijartinan çareser bikin. Lê li ser têkbirina hikumeta El Wehda El Wataniya (Yekitiya Nîştimanî) ku wîlayeta wê bi dawî bûye û avakirina hikumeteke nû li hev kir. Ev tê wateya ku alozî dê di heman xelekê de dewam bike.

Eqîla Salih û Xalid El Muşrî di hevdîtina xwe ya dawîn de li Qahîreyê hewl da propagandaya pêkanîna serkeftinekê bikin lê li gorî çavdêran, rewş ber bi girêkkirina aloziyê ve diçe.

Pirsgirêka sereke ya lidarnexistina hilbijartinan, israra fermandarê artêşê Xelîfe Hefter e ku dixwaze bibe namzetê serokatiyê, lê di heman demê de dev ji nasnameya xwe ya amerîkî bernade.

Li gorî çavdêran, hevdîtina li Qahîreyê nîşaneyên nexşerêya hilbijartinan diyar kir ku dê El Muşrî û Eqîla bi beşdariya nûnerê navneteweyî Ebdullah Patîlî li Lîbyayê li hev bicivin. Tê payîn ku ev civîn, dema nû ya hilbijartinan diyar bike.”

‘SÛDAN: GAVÊN PRATÎK BER BI LIHEVKIRINA DAWÎN VE’

Rojnameya El Beyan jî têkildar rewşa Sûdanê wiha nivisî: “Aliyên Sûdanê ji bo çareserkirina aloziya li welêt, hin gav avêtin. Pêvajoya dawîn a xebatên siyasî bi awayekî pratîk dest pê kir ku ji aliyê mekanîzmaya sêalî; NY, Yekitiya Afrîkayê û rêxistina ÎGAD ve tê birêvebirin.

Tiştê balkêş ew e ku leşker ji xebatên siyasî dûr ketin û rê li pêşiya tevlêbûna hêzên sivîl hat vekirin ku rêgezên birêvebirina pêvajoya demkî diyar bikin. Teqezî bi girîngiya reformê li rex sûdgirtina ji binkeftinên berê hat kirin. Her wiha sererastkirin û nirxandina Lihevkirina Aştiyê ya Cobayê, ji nû ve tecrubeya komîteya rakirina desthilatdariyê û jihevxistina pergala 30`yê Hezîranê.

Analîzvanê siyasî Xalid El Fekî got ji aliyê aliyên siyasî ve nermbûnek heye. Lê dîsa jî behsa astengiyên li pêşiya xebata siyasî derdikevin kirk u hêzên dijberî wê hene, mîna alîgirên rejîma berê ku pê dihesin temambûna xebata siyasî tê wateya tunekirina xeyalên wan ku vegerin ser desthilatê.”

(şx)