Şêwirmendê Erdogan banga dagirkirina Helebê dike

Di demekê de ku Rûsya hewl dide hikumeta Şamê û dewleta Tirk nêzî hev bike, şêwirmendê serokkomarê dewleta Tirk a dagirker daxwaza dagirkirina bajarê Heleb ê Sûriyeyê kir.

Şêwirmendê Erdogan banga dagirkirina Helebê dike
10 ÇILE, 2023   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demekê de ku dezgehên çapemeniyê yên ser bi hikumeta Şamê ve propagandayê dikin ku dewleta Tirk a dagirker amade ye bi temamî ji herêmên Sûriyeyê vekişe, şêwirmendê serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan, Yasîn Aktay bi hinceta vegerandina penaberên sûriyeyî, xwest Helebê bixin bin serweriya dewleta Tirk.

Medyaya Tirkiyeyê ragihand ku Aktay ev vexwendin hemwextî hewldanên AKP`ê yên nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re kiriye.

Aktay di bernameya kanaleke tirkî de îdia kir ku dewleta Tirk dest di Helebê werdaye da ku rê li pêşiya komkujiyên mezin bigire û heke ne ji destwerdana Tirkiyeyê bûya dê komkujiyên mezin rû dabana.

Ev daxuyanî piştî çend rojan ji hevdîtina wezîrê parastinê yê hikumeta Şamê, yê Tirkiyeyê û yê Rûsyayê ya li Moskovê, tê dayîn.

(cx)