​​​​​​​Komkujiyên Parîsê berdewamiya sûcên li dijî Kurdan in

Koordînatora Kongra Star a Ewropayê Rojîn Remo diyar kir ku komkujiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê berdewamiya kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan in û destnîşan kir ku sûcdar dê berdêlê bidin.

​​​​​​​Komkujiyên Parîsê berdewamiya sûcên li dijî Kurdan in
10 ÇILE, 2023   01:44
NAVENDA NÛÇEYAN – SILAVA EBDUREHMAN

Di 9'ê Çileya her salekê de bi hezaran Kurd Komkujiya Yekemîn a Parîsê bi bîr tînin, ku di encama wê komkujiyê de 3 jinên têkoşer şehîd bûn ku ji bo mafên gelê xwe yê Kurd tê dikoşiyan, ew jî Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Doxan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ne.

Di 23'ê Kanûna borî de jî zilamekî 70 salî êrişî navenda Ahmet Kaya ya Çanda Kurdî ya Parîsê kir ku li wir komeke ciwanên Kurd ji bo bîranîna komkujiya yekemîn a Parîsê amadekarî dikirin, hatin hedefgirtin û di encamê de 3 têkoşerên Kurd şehîd bûn, ew jî endama rêveber a Tevgera Azadiya Jinan û endama KCK'ê Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Ebdurehman Kizil in.

Di vê çarçoveyê de, koordînatora Kongra Star a Ewropayê Rojîn Remo şehîdên komkujiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê bi bîr anîn û destnîşan kir ku hemwextî pêşketina jinan û bidestxistina serkeftinan, êrişên li dijî wan ên ji aliyê pergalên xwedî hişmendiya baviksalarî ve zêdetir dibin.

Her wiha Rojîn destnîşan kir ku ev pergal, heman pergalên ku ji 5 hezar salan ve, jin kontrol kiriye, ji bo sînordarkirina rola wê û ji bo di pêkanîna ajandiyên xwe de wê bi kar bîne, gelek qanûn derxistin.

'EV HEDEFGIRTIN NE TESADUFÎ YE`

Rojîn destnîşan kir ku dema ew pergal dibînin di serhildanên li dijî wan de jin dibin pêşeng tirsa wan ji jinan û îradeya jinan zêdetir dibe.

Rojîn wiha domand: "Hedefgirtina hersê jinên têkoşer Sevî Demir, Pakîza Nayir û Fatime Oyar li Bakurê Kurdistanê di komkijiya Silopî di 4'ê Kanûna 2016'an de, sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef, aktîvîsta Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê Nagihan Akarsel û ev komkujiya li Parîsê ne tesadufî ye."

Rojîn wiha li axaftina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk a dagirker êdî nikare kesekî bixapîne; ji ber ku ew tevî îstixbarata xwe li Fransayê li pişt van êrişan e û di navbera wê û hikûmeta Firansayê de berjewendiyên hevbeş hene."

Der barê rola jinên Kurd di têkoşîna ji bo azadiya jinan de Rojîn got: "Jinên Kurd ji hemû cîhanê û bi hezaran jin re bûn nimûne, ji ber wê jî dewleta Tirk a dagirker di şexsê şehîd Sakîne Cansiz de tevgera azadiya jinan hedef girt."

'EM DÊ TÊKOŞÎNA XWE LI QADAN BIDOMÎNIN'

Rojîn teqezî bi domandina têkoşînê û şopandina rêya şehîdên têkoşîna ji bo rizgarkirina jinan da.

Rojîn got: "Ji bo cezakirina sûcdaran em dê têkoşîna xwe li qadan bidomînin û em dê berê xwe bidin dadgeh û saziyên mafên mirovan ji bo ku tola şehîdên xwe hilînin. Yên ev sûc kirine wê berdêlê bidin. Ji ber ku gelê me dê li qadan be heta ku hesab ji sûcdaran bipirsin."

Di dawiyê de Rojîn bang li hikûmeta Fransayê kir ku sûcdarên komkujiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê eşkere bike û wan ceza bike û bi silogana “Jin, Jiyan, Azadî” axaftina xwe domand.

(mh)

 ANHA