Hunermendan bertek nîşanî Komkujiya Parîsê ya Duyemîn da

Hunermendên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê Komkujiya Parîsê ya Duyemîn şermezar kir û wek hewldaneke nû ya tunekirina gelê Kurd nirxand.

Hunermendan bertek nîşanî Komkujiya Parîsê ya Duyemîn da
Hunermendan bertek nîşanî Komkujiya Parîsê ya Duyemîn da
Hunermendan bertek nîşanî Komkujiya Parîsê ya Duyemîn da
5 ÇILE, 2023   05:57
KOBANÊ

Hunermendên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê têkildarî Komkujiya Parîsê ya Duyemîn ku di 23`yê Kanûnê de li paytexta Fransayê Parîsê hat kirin û tê de 3 welatiyên Kurd şehîd bûbûn, ji ajansa me re axivîn.

Helbestvan Mihemed Misî yê bi navê “Hemê Kobanê” tê nasîn, got: "Bi awayên cur bi cur hewl didin gelê Kurd li her derê tune bikin. Çanda kurdî bi huner û folklora xwe ya kevnare dewlemend e. Delweta Tirk jî çanda Kurdan li ser xwe xetere dibîne”

Hemê Kobanê bal kişand ser êrişên bi çekên kîmyewî li çiyayên Kurdistanê, girtina hunermendan li Bakurê Kurdistanê û qedexekirina muzîka kurdî û got: “Kesên ji bo Kurdan stranan dibêjin, tên qetilkirin. Armanca wan ew e ku me bitirsînin da ku ji çand û nasnameya xwe dûr bikevin. Lê em ji wan re dibêjin hûn ê tu carî negihêjin armancên xwe, ji ber ku em gelekî bi çanda xwe ve girêdayî ne û em ê di vî şerî de ku li dijî me hatiye îlankirin, bi ser bikevin.”

Kobanê di dawiya axaftina xwe de ji hunermendên Kurd xwest li hember zordestan dengê xwe bilind bikin, nasname û doza xwe biparêzin.

'SÛCEKÎ NÛ LI SICÎLA BIXWÎN A DEWLETA DAGIRKER ZÊDE DIBE'

Şanoger Elî Îsa jî got: "Ew ji aramiya ku hunermendên Kurd bi hunera xwe vedibêjin, ditirsin. Yên ku gelê xwe ji xefletê hişyar dikin û li hemberî zaliman serî hildidin, rastî xetereya kuştinê tên. Tiştê li Parîsê qewimiye, sûcekî nû li sicîla bixwîn ê dewleta Tirk a dagirker zêde dike.”

Îsa destnîşan kir ku hunermendên Kobanê heta ku gelê xwe bigihînin ewlehiyê, dê tê bikoşin û rêya hunera ku dê bişopînin bibe rêya ku şehîdan bi fedakariya xwe ji wan re xêz kiriye.

ANHA