Gundekî Şera hat topbarankirin: Hin leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Elqemiyê yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî de 6 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Gundekî Şera hat topbarankirin: Hin leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn
1 ÇILE, 2023   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker nuqteyek hêzên hikumeta Şamê li gundê Elqemiyê yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî topbaran kir.

Hat ragihandin ku di encama topbaranê de 6 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûne.

(cx)

ANHA