Li Kabulê teqîn: Herî kêm 10 kes mirin

Li balafirgeha leşkerî ya paytexta Efganistan, Kabulê teqînek çêbû, herî kêm 10 kes mirin.

Li Kabulê teqîn: Herî kêm 10 kes mirin
1 ÇILE, 2023   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ewlehiyê, ragihandin ku vê sibehê li pêşiya balafirgeha leşkerî ya li Kabulê teqîneke çêbû. Çavkaniyan diyar kirin ku ji ber teqînê herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê Wezareta Hundirîn a Talîbanê, Ebdulnafai Takûr got, teqîneke li pêşiya balafirgeha leşkerî ya li paytextê pêk hat, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Ebdulnafai Takûr daxuyand ku têkildarî bûyerê lêpirsîn dewam dike.