​​​​​​​Bîlançoya sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Girê Spî di 2022′yan de

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2022′yan de li dijî şêniyên resen ên li kantona Girê Spî ya dagirkirî mane, sûcên herî hovane kirin û ew neçarî koçeriyê kirin, da ku projeyên xwe yên dagirkirin û domografiyê biguherin.

​​​​​​​Bîlançoya sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Girê Spî di 2022′yan de
31 kanûn, 2022   23:39
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Girê Spî û parçeyên mezin ji gundewarên wê piştî êrişa 9′ê Cotmeha 2019′an de dagir kirin û ji wê demê ve sûcên herî hovane ji qetilkirin, koçberkirin, revandin, dizîn, wêrankirin û desteserkirina mal û milkan pêk tînin.

Ajansa me bi rêya çavkaniyên xwe, sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina Girê Spî ve belge kirin. Di vê raporê de sûcên nûçegihanên ajansa me di 2022′yan de belge kirine, hene.

Zêdetirî 100 hezar welatî ji eslê 170 hezar şênî ji kantona dagirkirî bi darê zorê koçber bûn, ew niha li bajarên Reqa, Tebqa û gundewarên wê belav in, her wiha 6 hezar û 650 koçber li kampa koçberên Girê Spî ye ku Rêveberiya Xweser di 22′yê Mijdara 2019′an de li nêzî gundê Til Semin ê 35 kîlometre dikeve bakurê Reqayê ava kiriye, bi cih bûn.

QETILKIRIN

Ciwanên bi navê Mutez Ebdî (17) ê ji eşîra Begara bi destê çete Mihemed Xelîfe yê girêdayî çeteyên Sultan Murad, di 16′ê Kanûna 2022′yan de hate qetilkirin. Ew yek ji destheqê li mehleca pembo pêk hat.

Beriya wî jî Ezîz Mehmûd Mistefa li girtgeha "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî çeteyan di bin îşkenceyê de hate qetilkirin.

REVANDIN

Ajansa me revandina 8 welatiyan di sala 2022′yan de  belge kir.

Navên revandiyan; Mistefa El Erar (Eşîra El Bû Esaf), Îsa El Şewax (Eşîra El Bû Cabir), kurê Hesen Osman ê xwendekarê amadehiyê, Mihemed El Elo (eşîra El Ehwes), ew jî piştî dayîna fîdyeya du milyon lîreya Sûriyê ji serçeteyan re li hember serbestberdanê.

Hesan Ehmed Necım El Şewax (30) ê ji eşîra El Bû Cabir El Erebiye, Hafiz Salih El Casim (25) ên ku ji malbatên wan 11 milyon li hember serbestberdanê daye. Xidir Salih El Casim û ji malbeta wî li hember serbestberdanê 4 hezar dolar hate xwestin.

Hemû revandî ji bajarokê Elî Baceliyê yê 15 kîlometre li başûrê kantonê ne û di meha dawî ya 2022′yan de hatin revandin. Yek  ji rûspiyê eşîra El Bû Esaf ê ji heman bajarokê hate revandin û bi navê Hayil Casim Xelef El Hesan e  û kurê birayê şêxê eşîra Hayil El Hesan e.

DESTESERKIRIAN ZEVIYÊN KOÇBERAN Û DIZÎNA BERHEMÊN WAN

Cotkarên Girê Spî yê dagirkirî azaran ji ber kiryarên serçeteyên komên çete yên girêdyî dewleta Tirk a dagirker, desteserkirina li ser rûberên fireh ji zeviyên çandiniyê yên koçberan û avakirina bendavan li ser çemê Qeremoxê dikişînin. Bi wê re bi sedan cotkaran ji avdana zeviyên xwe mehrûm dikin.

Li gorî çavkaniyan, beşeke mezin ji zeviyên çandiniyê li rojava ji hêla Feyleq El Mecid ve hate desteserkirin. Serokê nivîsgeha aborî ya Feyelq El Mecid Hec Ebdo El Sefranî nêzî 5 hezaran donim zeviyên koçberan ên li Til Ehmer, Sosek, Yargoy, Til Exder desteserkirin û veguherandin mezreyên mezin.

Her wiha çavkaniyek ji kantonê ji ajansa me re eşkere kir ku çeteyên Ketîbe 51 a girêdayî çeteyên Cebhet El Şamiyê zêdetirî 2 hezar donim li gundê Tenhore û Mukelîte yên li rojavayê kantona Girê Spî desteser kirin.

Heta cotkarên ku sotemeniyê ji bo pêşxistina jenetorên xwe bi pereyekî mezin ji sûka reş dikirin nefilitîn. Ajansa me di Nîsana 2022′yan de belge kir ku çeteyên bi navên Ebû Zuxyan, Ebû Bîlal û Ebû Yezen 13 bermîlên mazotê ji cotkar Fadî Remedan ê ji gundê Kirmaze dizî, li kêlek wê jî du telefon û 130 hezar lîreya sûrî jî birîn.

WÊRANKIRINA MALÊN KOÇBERAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 25 malên li gundê Şergirak ê li nêzî rêya M4 wêran kirin, her wiha mala koçber Ebdurezaq El Omer ê ji Silokê yê Girê Spî bi treksa leşkerî wêran kir.

SÛCÊN LI DIJÎ JINAN

Çete Mihemed El Helebî (Hemzat) ciwana bi navê Fatme El Elî (19) revand û tecawîz kir. Dewleta Tirk ciwana ku ji Humisê bû, tevî malbatê koçberî Girê Spî kiribû.

Hevjîna birayê serokê Meclisa Herêmî ya Girê Spî ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker Salih El Ebdullah, a bi navê Enûd El Feret a ji gundê El Boz ji hêla leşkerê Tirk ve li Girê Spî hate heqaretkirin û îhanetkirin. Ew yek di hemleya ku ciwanan ji bo revandina xizmên xwe pêk anîbû de çêbû. Piştre Salih, piştî gefa waliyê Tirk, 9 welatiyên gund teslîm kirin.

JI BO BELAVKIRINA FIKRÊ TUNDRAW DIBISTANEK HATE VEKIRIN

Komeleya Ensar El Xeyrêiyê û Beyt El Mal (Sazıya alîkariya neteweyî ya Pakistanî) dibistana li gundê Xirbet El Riz ê li Girê Spî di 2022′yan de sererast kir ku firkê tundraw belav bike.

ZÊDETIRÎ 6 HEZAR PENABERÊN SÛRÎ JI TIRKIYÊ BER BI GIRÊ SPÎ VE HATIN ŞANDIN

Têkildarî dewama siayseta guhartina demografî li herêmên dewleta Tirk dagir kirine, desthilatên Tirkiyê di 2022′yan de zêdetirî 6 hezar penaberên sûrî ber bi Girê Spî ve şandin.

Li gorî çavkaniyên ajansa me, ew penaberên sûrî li malên koçberên kantonê bi cih bûne û li benda bidawîbûna avakirina avahiyên mêtîngehiyê ne. Dewleta Tirk a dagirker wan avahiyan bi pereyên Qeterê, Kuwêt û komeleyên îxwanê ava dike. Avahiyên mêtîngehiyê li bajarokê Eyn Eros û aliyê rojavayê kantonê li nava zeviyên koçberan tên avakirin.

(fr)

ANHA