​​​​​​​Panorama hefteyê: Tevliheviya li Derayê zêdetir dibe

Li Derayê nexşeya tevlihevî û kuştinan berfireh bûye û tevahî erdîngariya Derayê girtiye nav xwe. Hikumeta Iraqê li gel bêîstîqrariya nirxê dînar li hember dolar û aloziya debarê, rastî astengiyên mezin tê û metirsiyên gel li hember vê rewşê zêde dibin.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Tevliheviya li Derayê zêdetir dibe
1 ÇILE, 2023   04:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevliheviya li Derayê, aloziya dolar a li Iraqê û rewşa Lîbyayê mijarên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

KUŞTINÊN LI DERAYÊ; ŞEREKÎ LI DIJÎ HER KESÎ’

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê nivîsî: “Roj bi roj kuştinên li Derayê zêdetir dibin û bûyerên kuştinê li seranserê parêzgehê pêk tên. Vê rewşê pêwîstiya nirxandinê ferz kir, ruxmî ku mîna şerekî li dijî her kesî xuya dike û nayê zanîn kî tê kuştin û armanc çi ye.

Duh, feramandarekî xwecih ê komeke çekdar li bajarokê Dail ê Derayê ku bi bazirganiya hişbiriyê û hevkariya bi saziyên ewlehiyê re dihat tawanbarkirin, birîndar bû. Di du rojên dawîn de li Derayê rêzebûyer pêk hatin, di encamê de 10 kes bûn qurbanî. Di wê çarçoveyê de, çalakvanê meydanî Îbrahîm El Herîrî bi mayînekê hat kuştin. Piştre ciwanê bi navê Elî Zetam El Helqî ji aliyê çekdarên nenas ve li bajarê Casim ê bakurê Derayê hat hedefgirtin û birîndar bû, zarokekî nêzî wî bû jî birîndar bû.

Beriya 2 rojan jî polîsekî ku li navçeya Cîzê ya rojhilatê Derayê kar dikir, hat kuştin, polîsekî din hat birîndarkirin û gerînendeyê navçeyê jî hat revandin. Her wiha êrişî nuqteyek leşkerî ya bi navê “Radar” ya girêdayî hêzên ewlekariyê û artêşa Sûriyê hat kirin û 4 endam hatin kuştin. Her wiha li bajarê Tefesê ciwanê bi navê Basil Refaî bi guleyan hat hedefgirtin. Beriya wî jî li bajaroka Mehce efserê bi navê Mihemed Cibûr hatibû kuştin.

Fermandarekî komên xwecih ên Derayê ji rojnameyê re diyar kir ku bûyerên kuştinê ji 2018`an de ku tê de bi navbeynkariya Rûsya çareserî bi rejîmê re hatin kirin, nesekinîne, lê belê her diçe zêdetir dibin û di vê mehê de hejmara herî zêde ya bûyerên hedefgirtin û kuştinê pêk hatin.

Heman kesî bal kişand ku sedema wê yekê, bidestxistina çekên ferdî bi hêsanî li başûrê Sûriyê, rûbera berfireh ku tevgera endamên van şaneyan hêsan dike, valahiyên ewlehiyê li herêmê û hesabnexwestin, hre wiha rewşa jiyanî ya zehmet e ku berê ciwanan dide nav 'şaneyên kuştinê' ne.”

KRÎZA DOLAR HEWLDANÊN HIKUMETA IRAQÊ BADILHEWA DIKE Û HÊRSA GEL ZÊDE DIKE′

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Hikumeta Iraqê li gel bêîstîqrariya nirxê dînar li hember dolar û aloziya debarê, rastî astengiyên mezin tê. Li gel wê jî metirsiyên gel li hember vê rewşê zêde dibin.

Banka Navendî ya Iraqê di vê dawiyê de ji bo îstîqrara nirxê dînar li hember dolar, gelek tedbîr girtin.

Banka Navendî ji bazirganan re tekezî li ser girîngiya dan û standina rasterast bi bankan re û nehiştina navbeynkar û spekulatoran kir. Bankê îşaret bi girîngiya biryara Meclisa Wezîran kir.

Hin pispor ji aktîfbûna tedbîrên hatine girtin bi guman in û hişyarî da ku vegera îstîqrara nirxê dînar li hember dolar, nayê wateya derbasbûna krîzê, ev jî dihêle hikumet di rewşa awarte de be û çavê wê li kolanê be.

Pisporê aboriyê Qasim El Sultanî da zanîn ku rêjeya xizaniyê û bêkariyê li Iraqê ji ber gelek sedemên aborî û siyasî ye. Ji wê zêdetir jî hikumetên berê tu bername û planek ji bo çareserkirina xizanî û bêkariyê pêşkêş nekirin."

‘ŞERTÊN LÎBYAYÊ: YEKITIYA LEŞKERÎ Û LIHEVHATIN’

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya El Beyan wiha nivîsî: “Lîbya amadekariyên pêşwazîkirina sala nû 2023ʹyan, bi gelek şertên girîng û çarenûsî dike ku welat ji tunela tarî rizgar bike. Ji wan şertan, di serî de lidarxistina hilbijartinên serokatî û yên parlamentoyê û pêkanîna lihevhatineke nîştimanî.

Di dosyaya Lîbyayê de tevgerên berfireh li ser astên herêmî û navneteweyî hene da ku hemû aliyan li ser mekanîzmayên çareseriya siyasî bigihîne lihevkirinan. Serokê Meclisa Serokatî Mihemed El Menfî diyar kir ku hêza Lîbyayê heye ku bi rêya projeyeke lihevanîna nîştimanî, pêkanîna hilbijartinên serokatî û qanûnsaz di demeke nêzî de dawî li aloziyê bîne.

Aliyên lîbyayî dibêjin; sala bê wê guhertinên girîng ber bi avakirina asoya Lîbyaya nû ve hebin. Ev yek bûye mijara lihevkirinê di navbera Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ereban, Yekitiya Afrîkayê, Yekitiya Ewropayê û hêzên navneteweyî yên sereke yên aktîf mîna Washington, London, Berlîn û hêzên hundir de ye. Van hêzan di gelek aliyan de hevdîtin pêk anîn da ku alozî were derbaskirin û pêvajoyeke diyalogên aqilane were destpêkirin.

Di hewldanên çareseriyê de, dê komîteya leşkerî ya hevbeş destpêkê 15ʹê Çileya bê li Sêrtê bicive da ku nexşerêya çareserkirina her du pirsgirêkên herî bigirêk; milîsên ku derveyî qanûnê tev digerin û pirsgirêka hêzên biyanî û çeteyan diyar bikin da ku di encamê de saziyeke leşkerî ya yekbûyî were avakirin."