Jinên malbatên şehîdan têkildarî wefedariya bi şehîdan re panelek li dar xist ‏

Jinên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê, li kantona Şehbayê bi diruşma "şehîdên me hêza têkoşîna me ne" panelek li dar xist.

Jinên malbatên şehîdan têkildarî wefedariya bi şehîdan re panelek li dar xist ‏
31 kanûn, 2022   14:50
ŞEHBA- ZENEB ŞÊXO

Bi tevlêbûna 60 jinan ji tevahî sazî û Meclisa Malbatên Şehîdan panelek têkildarî wefedariya bi şehîdan re li navenda Axîn a Çand û Hunerê ya li navçeya Fafînê ya Şehbayê, hate lidarxistin. ‎

Her wiha dîwana panelê ji aliyê endama Rêveberiya Jin a meclisa Malbatên Şehîdan Menal Şêxo, endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Xedîce Îbo û endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman ve hate birêvebirin.

Xedîce Îbo axaftina destpêkê kir û got: "Bi saya şehîdan em gihîştin ronahiyê."

Piştire Hêvî Silêmen panel bi rê ve bir û wiha got: "Civaka şehîdan ew civaka herî ‎mezin e. Lehengên wê civakê bi giyana xwe ya herî giranbiha fedaiyeke bê dudilî kirin, da ku bigihîjin azadî û serxwebûnê." ‎

Hêvî Silêmen wiha domand: "Rêber Apo got ew hevokeke hêsan e, lê wateya wê pir mezin û giran e, ew jî şehîd rêber e. Ji ber şehîd di tariyê de roniyê didin û bi giyana xwe qeyd û bendên zordarî dişikînin, edalet û azadiyê pêk tînin." ‎

Dûre beşdaran axivî  û diyar kir ku gel  bi şehîdên xwe re wefedar e û bi rêber Abdullah Ocalan, felsefe û fikrê wî ve girêdayî ye û dê heta pêkanîna armancên şehîdan li ber xwe bidin.