Dîmenên çekên ku gerîla desteser kirine

Gerîla TV dîmenên çekên artêşa Tirk a dagirker ku li Girê Hakkarî ji aliyê gerîla ve hatine desteserkirin, weşandin.

Dîmenên çekên ku gerîla desteser kirine
31 kanûn, 2022   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîla TV dîmenê gelek çek û cebilxaneyan weşand ku 26'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî di operasyona şoreşerî de hatine desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî dabû:

"Di vê operasyona şoreşgerî de 42 dagirker tevî fermandarên xwe hatin cezakirin. Di heman demê de 17 çeper, 2 çekên A4, çekek bombeavêj, depoyeke erzaqê, 2 sîstemên kamera yên mobesse, gelek çek û malzemeyên leşkerî bi temamî hatin îmhakirin. 4 çekên MPT-55, 4 dûrbînên çekên MPT-55, çekek bombeavêj, amûreke destnîşankirinê, çekek sekvaniyê ya taybet, dûrbîneke termal, telefonek, kasatûrayek ku navê Oguzhan Alp li ser bû û 3 çavkaniyên hêzê hatin desteserkirin."