'Birûksa Cizîrê': Li gundewarê Til Birakê gelek şaneyên veşartî hatin girtin

Operasyona 'Birûska Cizîrê' di roja 3`yemîn de li gundewarên Til Hemîs û Til Birak ên girêdayî kantona Qamişlo dewam dike. Di wê çarçoveyê de, li gundê Til Etşan ê Til Birakê gelek çete û şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê hatin girtin.

'Birûksa Cizîrê': Li gundewarê Til Birakê gelek şaneyên veşartî hatin girtin
'Birûksa Cizîrê': Li gundewarê Til Birakê gelek şaneyên veşartî hatin girtin
'Birûksa Cizîrê': Li gundewarê Til Birakê gelek şaneyên veşartî hatin girtin
'Birûksa Cizîrê': Li gundewarê Til Birakê gelek şaneyên veşartî hatin girtin
'Birûksa Cizîrê': Li gundewarê Til Birakê gelek şaneyên veşartî hatin girtin
'Birûksa Cizîrê': Li gundewarê Til Birakê gelek şaneyên veşartî hatin girtin
'Birûksa Cizîrê': Li gundewarê Til Birakê gelek şaneyên veşartî hatin girtin
'Birûksa Cizîrê': Li gundewarê Til Birakê gelek şaneyên veşartî hatin girtin
'Birûksa Cizîrê': Li gundewarê Til Birakê gelek şaneyên veşartî hatin girtin
31 kanûn, 2022   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Operasyona 'Birûska Cizîrê' ku 29`ê Kanûnê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve bi hevkariya Hêzên Ewelkariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî hatibû destpêkirin, di roja 3`yemîn de dewam dike.

Nûçegihana me ku operasyonê dişopîne ragihand ku hêzên operasyonê ji saetên berbangê de li gundewarê navçeyên Til Birak û Til Hemîs yên girêdayî Qamişlo dest bi operasyonên lêgerîn û paqijkirinê kiriye.

Nûçegihana me diyar kir ku di vê çarçoveyê de, şervanan dor li gundê Til Etşan ê navçeya Til Birakê girt, piştre operasyonên lêgerîn da destpêkirin.

Li gorî agahiyan, hin çeteyên DAIŞ`ê yên ku xwestin birevin û li nava gund belav bûn, bi hevkariya gundiyan ji aliyê şervanên operasyonê ve hatin girtin. Hin şaneyên xwe veşartibûn jî hatin girtin.

Oprasyonên lêgerîn û paqijkirinê li gund heta vê kêliya amadekirina nûçeyê jî berdewam dikirin.

(cb/cx)

ANHA