​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Derayê tevlihevî zêde dibe

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de têkildarî rewşa ewlehiyê û aloziya li bajarê Dera yê Sûriyê û rewşa Iraq û Lîbyayê nivîsîn.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Derayê tevlihevî zêde dibe
31 kanûn, 2022   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN

‘KUŞTINÊN LI DERAYÊ; ŞEREKÎ LI DIJÎ HER KESÎ’

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê nivîsî: “Roj bi roj kuştinên li Derayê zêdetir dibin û bûyerên kuştinê li seranserê parêzgehê pêk tên. Vê rewşê pêwîstiya nirxandinê ferz kir, ruxmî ku mîna şerekî li dijî her kesî xuya dike û nayê zanîn kî tê kuştin û armanc çi ye.

Duh, feramandarekî xwecih ê komeke çekdar li bajarokê Dail ê Derayê ku bi bazirganiya hişbiriyê û hevkariya bi saziyên ewlehiyê re dihat tawanbarkirin, birîndar bû. Di du rojên dawîn de li Derayê rêzebûyer pêk hatin, di encamê de 10 kes bûn qurbanî. Di wê çarçoveyê de, çalakvanê meydanî Îbrahîm El Herîrî bi mayînekê hat kuştin. Piştre ciwanê bi navê Elî Zetam El Helqî ji aliyê çekdarên nenas ve li bajarê Casim ê bakurê Derayê hat hedefgirtin û birîndar bû, zarokekî nêzî wî bû jî birîndar bû.

Beriya 2 rojan jî polîsekî ku li navçeya Cîzê ya rojhilatê Derayê kar dikir, hat kuştin, polîsekî din hat birîndarkirin û gerînendeyê navçeyê jî hat revandin. Her wiha êrişî nuqteyek leşkerî ya bi navê “Radar” ya girêdayî hêzên ewlekariyê û artêşa Sûriyê hat kirin û 4 endam hatin kuştin. Her wiha li bajarê Tefesê ciwanê bi navê Basil Refaî bi guleyan hat hedefgirtin. Beriya wî jî li bajaroka Mehce efserê bi navê Mihemed Cibûr hatibû kuştin.

Fermandarekî komên xwecih ên Derayê ji rojnameyê re diyar kir ku bûyerên kuştinê ji 2018`an de ku tê de bi navbeynkariya Rûsya çareserî bi rejîmê re hatin kirin, nesekinîne, lê belê her diçe zêdetir dibin û di vê mehê de hejmara herî zêde ya bûyerên hedefgirtin û kuştinê pêk hatin.

Heman kesî bal kişand ku sedema wê yekê, bidestxistina çekên ferdî bi hêsanî li başûrê Sûriyê, rûbera berfireh ku tevgera endamên van şaneyan hêsan dike, valahiyên ewlehiyê li herêmê û hesabnexwestin, hre wiha rewşa jiyanî ya zehmet e ku berê ciwanan dide nav 'şaneyên kuştinê' ne.”

‘SEDR BI XETEREYA ÎZOLASYONÊ RE RÛ BI RÛ YE’

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Diyar e ku rêberê şîe Muqteda Sedr ê ku ji 20 salan ve li ser siyaseta Iraqê serdest bû, di îzolasyonê de ye. Nemaze piştî ku vekişîna wî ji siyaseta fermî hevrikên wî yên ku destekê ji Îranê digirin teşwîq kir. Îhtîmal heye ku şerekî nû di navbera aliyan de rû bide.

Dibe ev yek ji Îranê re ya ku bi dehan komên çekdar ên Şîa kontrol dike, bibe derfeteke da ku mîna senaroyaya DYA û hevalbendên wê hegemoniya xwe li ser hikumeta Iraqê berfireh bike.

Ruxmî ku Sedr di hilbijartinên parlamentoyê yê sala 2021ʹê de piraniya dengan bi dest xist, lê di Tebaxê de biryar da ku ji qada siyasî vekişîne, nexasim piştî ku hewldanên wî yên salekê yên avakirina hikumetê bêyî beşdarbûna hevrikên wî yên nêzî Îranê bi bin ketin.

Çalakvanê siyasî yê sedrî Elî El Iqabî ji Reutersê got: “Hin alîgirên birêz Muqteda êdî ji vekişîna wî ya ji siyaset û parlamentoyê nefretê dikin, ji ber ku ev vekişîn wê rê li ber partiyên gendelîker veke da ku hikumetê kontrol bikin. Mixabin dê ev yek çêbe.”

4 berpirsên ewlehiyê ji Reuters re diyar kir ku serokwezîrê nû Mihemed Şiya El Sûdanî ji nû ve gelek wezîfeyên ewlehiyê yên bilind birêxistin kir û dan berpirsên partiyên nêzî Îranê, di nav de wezîfeya rêvebirina îstîxbarata leşkerî jî hebû ku wezîfeyeke gelekî girîng e. Berê berpirsê herî alîgirê rojavayî ev wezîfe wergirtibû.

Lê 5 parlamenterên şîe û 2 berpirsên Sedr got, El Sûdanî bangewaziyên muxalifên Sedr ên dûrxistina berprisên hikumetê yên girêdayî Sedr red kir ji tirsa ku careke din tundî li Iraqê derkeve. Hate diyarkirin ku 4 parlamenterên Şîayê beşdarî civîna El Sûdanî û siyasetmedarên şîe bûn ku di avbera 20ʹê Cotmeh û 11ʹê Kanûnê de hatibû lidarxistin.

Çavdêrê siyasî yê li Bexdayê dimîne, Casim El Behdanî got, binkeftina Sedr di avakirina hikumetê û hilweşîna hevbendiya wî li hemberî zextên Îranê û hevalbendên wî de bandor li helwesta siyasî ya birêz Muqteda kir.

Oldarên alîgirên Sedr û çavdêrên siyasî dibêjin, ji sala 2005ʹan ve, cara yekemîn rola wî ya siyasî ya diyarker tune ye, ji ber vê yekê ji dema ku derbasî qada siyasî ya Iraqê bûye, ve di rewşa xwe ya lawaz de ye."

‘LÎBYA: MECLISA SEROKATIYÊ 11`Ê ÇILEYÊ WEK DEMA CIVÎNA MECLISAN DIYAR KIR’

Têkildarî kar û barên Lîbyayê jî rojnameya El Beyan wiha nivisî: “Di çarçoveya însiyatîfa çareserkirina nakokiya li ser bingeha destûrê de, Berdevka Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê Necwa Wehîbe ragihand ku meclisê 11`ê Çileyê ji bo lidarxistina civînên parlamentoyê û Meclisa Dewletê li bajarê Xedmas diyar kiriye.

Necwa got Meclisa Serokatiyê bi awayekî fermî serokatiya Meclisa Nûneran û Mecilsa Dewletê bi dem û cihê hevdîtinê agahdar kiriye û li benda bersiva wan e. Li gorî Necwa, Meclisa Serokatiyê hêvî dike ku her du meclis wek bersivdayîna daxwazên lîbyayiyan ên lidarxistina hilbijartinan û bidawîkirina qonaxên demkî, însiyatîfê erê bikin.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê di civîna Konseya Ewlehiyê ya têkildarî Lîbyayê de got DYA`yê ji bo lidarxistina hilbijartinan, mekanîzmeya birêvebirina dahatûyên petrolê û pêşketina aboriyê, banga temamkirina bingeha destûrê kiriye.

Nûnerê Amerîkayê îşaret bi pirsgirêka siyasî ya Lîbyayê kir û diyar kir ku welatê wî destekê dide hewldanên nûnerê sekreterê giştî yê NY`ê Abdullah Batilî yên ji bo çareserkirnia nakokiyên di navbera lîderên lîbyayî de û amadekirina zemînê ji bo lidarxistina hilbijartinên serbest.”