Di roja 2`yan a Operasyona Birûska Cizîrê de gelek çete hatin girtin

Operasyona Birûska Cizîrê li navçeya Til Hemîs û gundewarên wê bi tevlêbûna bi sedan şervanên QSD’ê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di roja xwe ya duyemîn de berdewam kir.

Di roja 2`yan a Operasyona Birûska Cizîrê de gelek çete hatin girtin
Di roja 2`yan a Operasyona Birûska Cizîrê de gelek çete hatin girtin
Di roja 2`yan a Operasyona Birûska Cizîrê de gelek çete hatin girtin
Di roja 2`yan a Operasyona Birûska Cizîrê de gelek çete hatin girtin
30 kanûn, 2022   10:22
HESEKÊ

Li dijî şaneyên DAIŞ`ê duh QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyona bi navê ‘Birûska Cizîrê’ li Hol û Til Hemîsê ragihand.

Operasyon di roja xwe ya duyemîn de li gundên Belqîs, Ebû Cirin, Hinwaya Biçûk, Hinwaya Mezin û Hiseniyê yên navçeya Til Hemîsê dewam dike.

Her pênc gund ji aliyê şervanên QSD`ê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin dorpêçkirin û mal bi mal lêgerîn hate kirin.

Di encama lêgerînê de gelek şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ku xwe di nava malan de veşartibûn, hatin girtin û dest bi lêpirsîna wan hatiye kirin.

Operasyon dê sibe dewam bike.

ANHA