Şêniyên Qamişloyê: Li hember komkujiya li Parîsê em ê têkoşînê xurttir bikin

Şêniyên Qamişloyê komkujiya li Parîsê şermezar kir û got “Wê bersiva me ji dijimin re tund be û em ê tolê ji kujeran bistînin.”

Şêniyên Qamişloyê: Li hember komkujiya li Parîsê em ê têkoşînê xurttir bikin
27 kanûn, 2022   08:55
QAMIŞLO / DELÎLA GABAR

23'yê mehê êrişek li ser Komeleya Çandê a Kurdan a Ahmet Kaya ya li Parîsê pêk hat û di encamê de 3 welatparêzên Kurd şêhîd bûn.

Li hember vê komkujiyê gelê Kurd û pêkhateyên herêmê çalakiyan li dar dixin û helwestên xwe diyar dikin.

Dayika bi navê Cîhan Gulo axivî û diyar kir ku ew ê bi şev û roj li qadan bin û şopdarê doz û rêya şehîdan bin û axaftina xwe wiha qedand: “Em wek gelê Kurd êdî kuştin û komkujî tu carî qebûl nakin û em ê li hember bisekinin. Em her li meydanan bin, doza mafên şehîdên xwe bikin. Em wek dayikên şehîdan dibêjin du komkujî li Fransayê çêdibin, ne tesaduf bû û helwesta me ew e ku yê ev komkujî kirine, nayên efûkirin, hesab ji wan bê xwastin.”

Haşim Şêwiş jî wiha got: “Em destpêkê sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re dixwazin, her wiha em vê komkujiyê şermezar dikin. Dewamkirina kiryar û sûcên vî dijminî helwesta me zêdetir dike. Li ser me wek erk disepîne ku em her li qadan bin û tê bikoşin.”

Haşim Şêwiş axavtina xwe wiha dewam kir: “Dijminê gelê Kurd wisa bi armanc û zanebûn bi nêzîkbûna salvegera komkujiya Parîsê ya ku di sala 2013’an de di kesayeta şehîd Sara, Ronahî û Fîdan de pêk hat, vê dema ku nêzî salvegerê, komkujiyeke din pêk anî. Lê bila dewleta Tirk û hevalbendên wê baş bizanin, em ê tola xwe ji wan bigirin.”

Li ser polîtîkayên desthilata Fransayê jî Hilwe Silêman got: “Ev qetlîama siyasî ku beriya 9 salan li Parîsê çêbû, hîn doza wî pêk nehat, careke din bi awayekî hovane komkujiyeke din pêk tê. Êdî bes e ji kuştina Kurdan re, li her dera cîhanê hunermend serbest in, çima yên me tên şehîd xistin? Em qet nasekinin heta ku dadgeh mafê wan şehîdan nestîne.”

ANHA